Payiza dereng (pirtûk)

kitêba Firat Cewerî

Payiza dereng romaneke nivîskarê kurd Firat Cewerî ye ku sala 2005ê ji Weşanên Nûdemê derketiye.

Payiza dereng
Payiza Dereng Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bergê Payiza dereng
ZimanZimanê kurdî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema weşandinê2005 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nivîskar
Weşanxane
CureRoman Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Karekterên wê
  • Ferda Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Payiza dereng, bi giştî biguhêre

Payiza 2005ê yekem romana nivîskarê demdirêj rêzdar Firat Cewerî bi navê Payiza dereng ji Weşanên Nûdem derket. Roman li ser jiyana kesek bi navê Ferda ye ku piştî 28 salên li biyanistanê dixwaze vegerre Kurdistanê.

Payiza dereng bi şîvek li mala dostê Ferdayî anku Ferîdê vebêjê romanê dest pê dike. Ev şîv li êvara berî birêketina Ferdayî ya ber bi Kurdistanê ve tê xwarin. Roja din Ferîd Ferdayî digihîne nik kurrê wî, Cengoyê yekane ku hê ji zarrokiyê diya wî li babê wî winda kiribû.

Pişka romanê ya li mala Cengoyî yekbêjiyek anku monologek 125-rûpelî ye ku Ferda hemî jiyana xwe ya tijî serpêhatiyên evînî û trajîk li Swêdê radixe ber çavên kurrê xwe. Keç- yan jinpeydakirin û jidestdana wan ji Ferdayî re her carê ji ya berê jandartir bû. Taliyê Ferda bi keçek kurd re dizewice û wê ji Kurdistanê tîne Swêdê û zarrokek anku Cengo jê re dibe. Lê jina wî ya kurd jî di civaka swêdî de roj bi roj diguherre û taliyê Ferdayî dihêle û kurrê wî lê heram dike.

Firat Cewerî guherrînên di Ferdayî û jina wî ya kurd Hêlînê û derdorên wan de çêdibin bi awayine hosteyane vedihûne û dîmenek tarî yê tijî bûyerên kitekit yên balkêş lê xemgîn ji jiyana awaretiyê û dûrwelatiyê diyarî xwendevanên xwe dike.

Piştî 28 salan Ferda vedigerre bajarrê xwe, bajarrokek bakurê Kurdistanê. Ji hingê ve em êdî bi nameyên wî yên ji Ferîdî re haydar û agadarî rewşa wî û welatî dibin. Di ber nameyên Ferdayî re, Ferîd çîrroka wî ji zarrokiyê ta revîna ji Kurdistanê raberî me dike.

Ferda pêşî ji guherrînên li welatî peydabûyî pirr bigazin e. Ew xizm û lêzim û hevbajarriyên xwe xerîb û sar dibîne û li wir jî xwe biyan hes dike. Hevdem Ferîd bi serpêhatiyên xwe û Ferdayî jiyana şorreşxwaz ya salên 1970yê li gel xwestek û xeletiyên çepgiran radixe ber çavên xwedevanên romanê.

Em ji Ferîdî fêr dibin ku Reşît û Selîm jî berî derketina Ferdayî û Ferîdî hogirên wan yên çepgiriyê bûn. Lê ji nameyên Ferdayî diyar dibe ku yek ji wan bûye serokê cerdevanan (caşan, qoriciyan) û yek jî serdarê gerîlayên wê herêmê ye. Herduyan şerrê dijî dijminan ji bîr kiriye lê berberiya wan ya dijî hev û dijî heval û malbatên hev ti sinor û dilovaniyê nanase.

Bajarrê Ferda vegerriyayê ji azadî û aramiyê dinyayekê dûr e. Esker û polîs nahêlin mirov çayekê jî bi rehetî vexwe. Lê ya gerîla jî tînin serê gel ne ji ya dewletê kêmtir e.

Ferda bi xwe ji her kesî zêdetir di bin gef û herreşeyên herdu hêzên hov de ye loma ew neçar dibe ji wê cîhana cinawiran bireve. Lê vê carê ew baznade Swêdê lê xwe dispêre dilê zeriyek zarşirîn ya ku ne kêmî wî zilmlêbûyî ye. Ew xwe diavêjin himêza hev û birînên xwe bi evînê dicebirînin yan diniximînin ta ku rojekê êdî hay ji wan namîne.

Tevnê romana Payiza dereng biguhêre

Vebêjê Payiza dereng Ferîdê dostê lehengê romanê anku Ferdayî ye. Li mala Cengoyî Ferda bi xwe bi dirêjî basa jiyana xwe ya hatina Swêdê, siyasetkirin û sarbûna ji siyasetê, tenêtî û ramanên xwekujiyê, peydakirin û jidestdana evînên yek li pey ya din dike.

Piştî Ferda vedigerre Kurdistanê ew nameyan bo Ferîdê li Swêdê dinivîse. Ev name nedestdayî di romanê de tên weşandin û rewşa welatî û jiyana Ferdayî ya piştî vegerrê li wir bi van nameyan arasteyî xwendevanan têt kirin.

Di navbera nameyên Ferdayî de, Ferîd jî basa zarrokî û xortaniya Ferdayî û xwe û hinekî jî ya Selîmê niha cerdevan û Reşîtê niha serhildêr dike.

Civak di Payiza dereng de biguhêre

Biyanistan biguhêre

Bi pêşkêşkirina hin ji bûyerên jiyana Ferdayê ku bo demek kurt hatiye derveyî welatî lê piştî 28 salan dixwaze vegerre, nivîserê romanê hosteyane dîmenin ji guherrînên hêvî, rastî û mejiyên kurdên aware û mişextiyî biyanistanê bûyî di ber çavên me re diborîne.

Bêguman e ku Ferda bi armanca siyasetkirinê hatiye Ewropayê lê piştî ew lihevnekirin û nezaniya siyasetvanên kurd dibîne, li siyasetê jî sar dibe û taliyê bi temamî dest jê berdide. Ew roj bi roj bi hesreta welatê xwe dijî lê dibîne ku ev firset her roj ji destî direve.

Hema bêje hemî kurd xerîbî û dûrwelatiyê zor û zehmet dibînin û nivîskarên me jî pirr li ser dinivîsin û bi taybetî jî helbestan pê vedihûnin. Lê belkî tenê Şahînê Bekirê Soreklî ne tê de, mirovî nedîtiye ku nivîskarek din ya / yê kurd karîbe bi nimûneyên kit-kitî anku yek-yekî û detalî wek Firat Cewerî vê dijwariyê rabixe ber çavan.

Tevî gelek trajediyên tên serê Ferdayê reben jî, roman ne tenê xemgînî û bedbextî ye lê ew jî wek jiyanê carine çirîsk û tîrêjên hêvîdar dide. Tevî ku Ferda gelek car evîndar dibe jî, her evîna wî ji yên berî xwe cuda ye û bidawîhatina wan jî têvel û cihê ye loma xwendevan bi wan nakerrixe û zivêr nabe.

Kurdistan biguhêre

Piştî vegerra Ferdayî bo Kurdistanê, em niha jiyana wir bi giştî û ya wî bi taybetî ji nameyên wî yên ji Ferîdî re fêr dibin. Bi kêmî be jî destpêkê, Ferda li Kurdistanê jî xwe xerîb dibîne û nagunce rewş û rabûn û rûniştina wir. Dewlet bi her awayî hovîtiya xwe didomîne lê çekdarên serhildêr jî bela xwe ji xelkê venakin.

Di ber nameyên Ferdayî re, Ferîd ji me re basa jiyana Ferdayî ya berî revîna ji Kurdistanê dike. Di xortaniya xwe de Ferda û hevalên wî Ferîd, Selîm û Reşît roj bi roj li çepgiriyê û sosyalîzmê dişarin anku germ dibin û ji ber hindê taliyê dikevin belayan û Ferda û Ferîd neçar dibin warê xwe bihêlin û bazbidin Ewropayê. Bi bûyerên di jiyana wan de diqewimin, nivîserê romanê gelek aliyên çepgiriya salên 1970yê, mentalîteya çepgiran û helwesta wan ya dijî niştimanperweriya kurdan xuya dike.

Evîn di Payiza dereng de biguhêre

Evîn hêza serekî ye ku vê romanê kelecan û balkêş dike. Roman ne bi evînên abstrakt wek hezkirina ji welatî yan heval û mirovên xwe lê berî her tiştî bi hezkirinên ji keç û jinan û bêsiûdiya Ferdayî di wî warî de dagirtî ye.

Lê berevajî lomeyên ku Amed Tigrîs di rexnekirina vê romanê de dike, têkiliyên zayendî ti carî di romanê de nêzî pornografiyê nabin lê nivîserê romanê ji erotîzmê jî nareve. Têkiliyên zayendî yên di romanê de pirralî û têvel in û ti carî ne tenê bi armanca provokasyonan lê wek parek bingehîn ji jiyanê xwe didin pêş. Ew têkilî geh şadiyê û geh jî kovandariyê peyda dikin û her carê ji hev cuda û taybet in.

Xwarin û vexwarin di romanê de biguhêre

Bawer nakim ku ta niha ti romanek din ya kurdî wiha bi berfireyî cih dabe çêjî û teamên xweş. Nivîserê romanê wisan bi kit-kitî basa çêkirin û xwarina wan dike ku mirov dikare bawer bike ku ew bi xwe divê miriyê çêkirin û xwarinê be. Lê xwendevana/ê bixwaze zû romanê biqedîne belkî bipirse ka çi pêwîstî bi ev qas vegotina lezetên xwarin û vexwarinê heye.

Zimanê romanê biguhêre

Bi giştî biguhêre

Belkî Enwer Karahan, Perwîz Cîhanî û Laleş Qaso ne tê de, mirovî bi xwe zimanê ti nivîskarek kurmancînivîs wek yê Firat Cewerî dewlemend û berfire nedîtiye. Lê wek ku ji Payiza dereng dixwiye, belkî zimanê Cewerî ji yê yên binavkirî jî pirralîtir be. Mijar jiyana gundewariyê, çepgiriyê, têkiliyên nav nivînan, xwarin û vexwarin, lîstina li gel zarrokan, kom û komelên kurdên aware yan jî xeyidîna jinûmêran be, zimanê Firat Cewerî hespek rewan e û bêyî asêbûn li astengan bi çargavî dibeze û xwendevanan jî bi xwe re difirrîne.

Amed Tigrîs dibêje ku zimanê Payiza dereng sivik û nisêbînî (mêrdînî) ye. Lê bi baweriya Husein Muhammed sivikiya zimanê vê romanê ne ji yekalîtî û qelsiya wê lê ji herrikbarî û kurdîtiya zimanê nivîserê wê tê. Mêrdînîtiya zimanê hêja Cewerî ne veşartî ye û nayê haşa- û mandelkirin lê ew ne ji nivîskarên din yên kurd herêmîtir e. Bi Husein Muhammed gencîneya peyvan ya devoka Mêrdînê wek xezîneya biwêjan ya Behdînan zengîn e û ji ber hindê pirr baş e ku nivîskar xwe ji hin peyvên li Mêrdînê tên bikaranîn neşûştiye lê bi xebitandina wan bi dehan – ger ne bi sedan – peyvên kêmpeyda tevî wêjeya spehî ya nivîskî ya kurdî kirine.

Guman jê nîne ku nivîserê Payiza dereng bi kurdî ramiye û romana bi kurdî nivisiye û ta raman û tiştên biyanî jî xweş li kurdî anîne.

Şaşiyên rêzimanî mînîmal in lê yên tên kirin mixabin bi berdewamî tên kirin.

Hin ji kêmasiyên rêzimanî ji bandora devoka nivîskarî ne, wek jibîrkirina paşbendika ”î” ji dû lêkerê di dema borî ya sade de dema bireser (obje) ”tu” be:

*Min tu dît. (Ku divê ”Min tu dîtî” be ji ber ku “Te ez dîtim.”)

*Wî tu girt. (Ku divê ”Wî tu girtî” be ji ber ku ”Wî ez girtim”.)

Herwiha yek ji şaşiyên berdewam jî bikaranîna cînavên (pronavên, pronomên) tewandî ye li gel lêkera ”çûn”:

*Min çû. (ku divê ”Ez çûm” be.)

*Te çû. (ku divê ”Tu çûyî” be.)

Nivîser bi şaşî peyva ”çay” û ya ”hay” hingê jî ditewîne dema divê netewandî be:

*Min çayê da ser. (ku divê ”Min çay/ça da ser” be)

*Me hayê jê bû. (ku divê ”Me hay/ha jê bû” be.)

Ji bilî van şaşiyan, nivîserê romanê herwiha forma arkaîk ya guherrandina tîpa ”a” yan ”e” bi tîpa ”ê” wek forma tewandî a navdêrên zayendnêr de bi kar tîne: agir > êgir; neyar > neyêr. Ti şaşî di vê formê de nîne lê dibe hin xwendevanên di devoka wan de ev form bi vî awayî nayêt bikaranîn biheyirîne û behitî bihêle û ta belkî têgihiştinê jî hinekî dijwar bike.

Rastnivîsî biguhêre

Rastnivîsiya anku îmlaya Payiza dereng ji pirraniya pirtûkên kurdî gelek baştir e. Lê nivîskar Husein Muhammed çend kêmasiyên berdewam dubarebûyî diyar bike:

Ji nivîserê vê romanê re dijwar tê kengî ”ye / ne” yan ”bû / bûn” ji lêkerê cuda û kengî pê ve zeliqandî binivîse, anku:

- ”vekirî ye” yan ”vekiriye”

- ”birrî bû” yan ”birrîbû”

Divê neyê jibîrkirin ku nuansek giring ya wateyê di van herdu şêwazên cuda de heye. Yên zeliqandî dînamîzma rewşê diyar dikin:

- ”Min pencere vekiriye / vekiribû.” (Min rewşa wê ji girtîbûnê guherrandiye / guherrandibû vekirîbûnê.)

Lê yên ji hev cuda tên nivîsîn xuya dikin ku rewş statîk e: - Pencere vekirî ye / vekirî bû. (Vekirîbûn taybetmendiyek pencereyê ye / bû, wek: ”Pencere mezin e.”)

Bi kurtî: Ger kesekî tiştek kiribe, divê ”ye / bû” bi lêkerê ve bên nivîsîn. Lê dema tiştek bi xwe tiştek e yan tiştek bû, divê hingê ”ye / bû” ji lêkerê bên veqetandin.

Yek ji şaşiyên berdewam ku nivîskar dike jî ew e ku paşdaçeka ”da (=de)” û ”ve” bi lêkerên li pey wan ve dizeliqîne:

* ”Min bi serê wî dakir.” Ku divê binivîse: ”Min bi serê wî de/da kir.” ji ber ku fraza adverbiyal ”bi serê wî de” ye, ne ”bi serê wî” anku ger bêt pirsîn: ”Bi kû de/da?”, bersiv dê wiha be: ”Bi serê wî de/da”, ne ”bi serê wî”.

* ”Min berê xwe bi wî alî vekir.” Ku divê bêt nivîsîn: ”Min berê xwe bi wî alî ve kir.” ji ber ku fraza adverbiyal ”bi wî alî ve” ye, ne ”bi wî alî” anku ger bêt pirsîn: ”Bi kîjan alî ve?”, dê bersiv ”Bi wî alî ve” be, ne ”bi wî alî”.

Nivîser herdem gotina ”we bû” anku ”wer bû, wilo bû, wisan bû, welê bû, wa bû” bi hev re wek ”webû” dinivîse. Belkî armanc ew e ku vê ”we bû”yê li gel ”we bû < hûn bûn” tevlihev neke. Lê ger bixwaze xwe ji tevliheviyê rizgar bike, çare ne pêkvenivîsîna ”we bû”ya pêştir e lê dikare awayên wek ”wer bû, wilo bû, wisan bû hwd” bi kar bîne.

Kêmasiyên rêzimanî û rastnivîsî hema bêje tenê ev bûn û pirraniya wan kozmetîk in û tenê ji xwendevanên li rêzimanê û rastnivisiyê pirr sexbêr re belkî nerazîbûnê peyda bikin.

Encam biguhêre

Payiza dereng yekem romana Firat Cewerî ye lê gihiştîbûna wê encama dehsalên nivîskariyê ye.

Tevî ku nivîserê romanê lehengên xwe dide peyivîn û çîrrokên wan yên hema bêje sade û rojane vedibêje, nivîskar bi rêya bûyer û belayên tên serê Ferdayî dîroka civaka me ya nîv sedsalekê digel guherrînên derveyî û yên hindirrî mejiyê mirovekî – ku xwendevan dikare bi gelek awayan xwe tê re bibîne – radixe ber çavên me.

Berevajî gazinên Amed Tigrîsî ku dibêje hemî Payiza dereng tenê helwesta subjektîv ya lehengê romanê ye, di rastiyê de lehengên romanê bi awayek seyr û sosret rewşê bi objektîvî ji me re radigihînin. Ta carine wisan objektîv in ku êdî baweriya mirovî pê nayê!

Rêzdar Cewerî bi vê romanê çêjek xweş ya wêjeyî dide xwendevanên xwe û bi taybetî klasîkên rusî Turgenev û Dostoyevskî tîne bîra mirovî. Lê berî her tiştî ev roman dîmenek pirralî yê xem û xweşiyên civaka me ye.

Nivîserê romanê û lehengên wî peyamek heye: her awayê jiyanê bi zimanê kurdî dibe. Kêm berhem wek romana Payiza dereng xweş wê angaşt û îdiayê rast derdixin.

Çavkanî biguhêre