Pale çinandina tiştên çandî wek nok, nîsk, genim hwd e. Ter siftê palevanî an jî bîçer tiştê çandî diçine. Palevanî xelkê ku palê dikî ye. Hin bi destan hin bi dasê paleyê hin jî bi tirpanê diçinin. Yên ku bi destan diçin mahnê ku pêçiyên xwe ji biraninê biparêzen pêçikan, ew ji çermê ajalan çêdibe bi ser pêçiyên xwe dixin, dikin pêçiyê xwe. Palevanî her ku destî xwe tijin dikin bi kom dîtin û bi ev koman ra dibêjin destî an jî hemêz. Yek an didu, bi giştî zarok, li pêy palevaniyan çex dibin û ew destiyan top dikin lê didin hev; wek qoran dîtinin. Bi evê ra dibêjin rewaqe. Ku palê xelas dibe mirov tên ew rewaqan dikişînin ser hev. Wexta berê ew kara bi ajalan, taybetî bi keran, dikirin. Wê lomê şoreka kurdan heye dibêjin 'bûye kerê şixran e'. Kerê şixran ji siwê da heta şev tim li riyê şixran dihere û tê. Niha şixran bi traktoran dikşînin.

Palehiya genim
Mêrek destiyan radikîye

Şixran li derakû dûz (şûna bêderê) diavêjin ser hev û bi ev komê ra dibêjin bêder.Berê mîrovan gam an jî cercer digerandin. Paşê makîneyek derket pê ra digotin patpat. Ew cureyekî patozan bû. Li kêlekekê loqekî xwe hebû û mîrovan hew bi destan çex dikir. Paşê patoz derketin. Patoz makîneyek e. Bi traktorê girê didin û motor loqê wê viz dike. Di patozê da gelek dişuxilin. Yek li ber devê patozê disekine û bêderê diavêje hundurê patozê. Wanên din tim ji jêr da destiyan radikin û diavêjin jor. Hi jî li ber êlegê diekinin û tên ji ber digirin. Ku ew kar û kisp gî xelas dibe li êrd prêze dimê û dewar û naxir lê diçêre.

Patoz tiştekî gellek baş e çûnkî têne di hêlekê kayê di hêlkê ra derdixe. Berê ku şûnê patozê gam an jî cercer digerandin ka û tene ji nav hev dernadiket. Ji bo wê mêra milêw dikirin destê xwe û bêder li ba dikiri. Bêder li bakirin tiştekî pir bi zehmet bû çûnkî dixwaze ku hûn ew bêderê giyê bi banî da biavêjin û têne ji nav kayê derxin. Çima ku ka yê sivike bi ber bê dikeve dihere tene li cih dimê.

Galerî biguhêre