Ji pêjgeha cihû mirov xwarin û vexwarinên hevpar ên cihûyan fêhm dike. Ji ber ku cihû tenê li Îsraelê najîn, binavkirina pêjgeha Îsraelê wateyê teng dike, baştir e mirov pêjgeha cihû bikarbîne.

Şîva sederê û destexane hatiye danîn

Kurdên cihû biguhêre

Kurdên Îsraelê, hêj pirranî xwarinên pêjgeha kurd dixwin. Gelek xwarin vexwarinên cihûyan ne havpar in, lewra cihû bi sedsalan li diyazporayê, bedewlet û di bin bindestiyê de jiyane, ji çanda gelekan girtine û dane wan. Tê zanîn cihû ji aliyê çandê ve di bin çend koman de tên kategorîkirin. Wekî aşkenazîm, sefardîm ûêd. Xwarin-vexwarinên wan jî gortî van koman diguhere. Lê dîsa jî renge û tehmeke hevpar a xwarin-vexwarinên cihûyan heye. Kurdên cihû herwiha gelek xwarinên ji masî û çêjên deryayê dixwin.

Dîrok biguhêre

Di pirtûka pîroz Tewratê de, bi hev re xwarina şîr û goşt hatiye qedexekirin. Masî dikarin tevlî şîr, pincar û hêşîniyê bibin, lê nikarin tevlî goştê sor bibin. Gava mirov bala xwe dideyê, bi rastî jî bo tehma devê û tenduristiyê ev qedexeyan gelek li cih in.

Pêjgeha cihûyan gelek kevn û dîrokî ye. Bandora xwe li pêjgehên gelên cîran kiriye û herwiha ji wan jî gelek girtiye. Rêç û şopên şarezayiya Egîptê (misir), bîzansî, romayî jî dihewîne. Zebze, biharbêhn, sîr gelek tên bikaranîn.

Zad

Genim di qora pêşîn de ye. Him bo ard (arvan) him jî xwarinên ji hevîrê ye. Nan bi yan bê hevîrtirş tê amadekirin.

Zebze

Nîsk („'adaşîm“), fasûlî (lobiye, lovî) („pol“), arû, pîvaz, sîr û sîrim, zebeş cihekê sereke digirin.

Fêkî

Hejîra teze („bîkkurah“) û ya qert („te'enîm“), tên hişkkirin û parastin. Kurd jî wisa dikin. Tirî teze yan wekî mewijan tên bikaranîn. Herwiha zeytûn, jî. Ji fêkiyan wekî kakil û ava fêkiyan jî sûd tê wergirtin.

Biharbêhn (biharat)

Reşke (kemyon), pûjan, gormiz, sîr û sîrim, evana sereke ne.

Xwarinên navdar biguhêre

Ji pêjgeha aşkenazî biguhêre

 
Rûgelax
 
Ma'amûl

Ji pêjgeha cihûyên sefardî biguhêre

Girêdan (ne bi kurdî ne) biguhêre

  • Michal Friedlander, Cilly Kugelmann im Auftrag des Jüdischen Museums Berlin [Hrsg.]: Koscher & Co. Über Essen und Religion [eine Ausstellung des Jüdischen Museums Berlin 9. Oktober 2009 bis 28. Februar 2010, Übersetzt von Michael Ebmeyer und Karsten Kredel], Jüdisches Museum, Berlin 2009, ISBN 978-3-89479-538-2 / Nicolai, Berlin 2009, ISBN 978-3-89479-539-9.
  • Bertha Gumprich: Vollständiges praktisches Kochbuch für die jüdische Küche. Selbstgeprüfte und bewährte Rezepte zur Bereitung aller Speisen, Getränke und Backwerke und alles Eingemachten für die gewöhnliche und feinere Küche. WVT - Wissenschaftlicher Verlag, Trier 2002, ISBN 3-88476-560-4 (Nachdruck der Ausgabe Trier 1896).
  • Clarissa Hyman: The Jewish Kitchen. Recipes and Stories from Around the World. Interlink, Northampton 2004, ISBN 978-1-56656-519-6 (englisch).
  • Salcia Landmann: Bittermandeln und Rosinen. Die berühmtesten Rezepte der Jüdischen Küche. Herbig, München / Berlin 1984, ISBN 3-7766-1306-8. (erschien bereits 1964 als „Koschere Kostproben. Rezepte aus Alt-Österreich für Feinschmecker“ bei A. Müller, Rüschlikon-Zürich / Stuttgart / Wien und 2006 als „Die jüdische Küche. Rezepte und Geschichten“ bei Kosmos, Stuttgart, ISBN 978-3-440-10859-8).
  • Gil Marks: Encyclopedia of Jewish Food. Wiley, New York, NY 2010, ISBN 978-0-470-39130-3.
  • Deborah Simon, Hermann Simon, Inggrid Kühnertt (Illustrationen): Jüdische Familienrezepte. Ein Kochbuch. In: Jüdische Miniaturen Band 70. Auflage. Hentrich und Hentrich, Berlin 2010, ISBN 978-3-942271-16-5.
  • Eugeniusz Wirkowski: Küche der polnischen Juden. Interpress, Warschau 1988, ISBN 83-223-2229-1.