Pêjgeha asûrî gelek dewlemend e. Asûrî, Suryanî, Keldanî xwedî dîrokeke gelek kevn, çandeke dewlemend in. Li Mezopotamyayê cihwar in û Mezopotamya jî wekî yekem şarezayiya mirovahiyê lê rûdaye tê zanîn. Bi pêşketina Mediyan, belavbûna Îslamê, hatine berên romiyan (tirk) ve, li ser wan pêkutî gelek zêde dibe û bi dehan komkujiyan re rûbirû dimînin. Gelek ji wan bo canê xwe bifilitînin, bûne misilman. Gelekan jî barkirine.

Asûrî jî parek ji Kurdistaniyan in û kûltûra herdu gelan gelek dişibîn hevûdu, lewra bi hezaran salan bi hev re jiyane. Hin caran asûrî bûne serdest, hin caran kurd, lê di nava herdu gelan de her danûstandin û biratî hebûye.

Pêjgeha asûriyan pirr dewlemend û rengîn e. Hin xwarinên kurdî ji asûriyan hatine, xwarinên kurdan jî tevlî pêjgeha wan bûne. Zad(dexl), tirî û zebze di xwarinên asûriyan de gelek cih digirin. Gelek xwarinên wan bi yên kurd, ereb, faris û tirkan re hevpar in.

Hin ji xwarin-vexwarinên navdar ên Suryaniyan biguhêre

Pirtûk biguhêre

  • Süryani Mutfak Kültürü ve yemekleri - Pêjgeha Suryanî û xwarinan, Weşana GDK yayıncılık, ISBN:978-605-5739-72-0