Bi gotina pêjgeha Asyayê behsa tevahiya xwarin, vexwarinên welatên Asyayê û taybetiya wan tê kirin. Helbet têgîneke gelek befireh e, mirov dikare kêm-zêde tevahiya xwarinên cîhanê bixe bin vê kategoriyê. Xwarinên welatên li rojhilata Asyayê dikevin, di nava xwe de gelek hevpariyan dihewîne, dişibin hevûdu.

Cure haliotisek ji pêjgeha Japonê (Haliotis japonica)
Dosa, xwarineke hindî
Xwarineke navdar ji Hindistanê
Soneya Çînê di cîhanê de navdar e
Suşî ya japonî

Ji ber ku Asya parzemîneke fireh e, bi sedan komêm gelan lê dijîn, pêjgeha wê jî rengîn e. Gelek xwarinên Ewropa û Amerîkayê ji Asya ne, ji wir hatine. Herwiha berevajiya wê jî rast e.

Li Ewropayê dem mirov behsa pêjgeha Asyayê bike pirranî rojhilat û başûrê rojavayê Asyayê tê bîrê. Ji ber ku xwarinên rojavayê Asyayê gelek dişibin ên Ewropayê, ev nêrîn pêşketiye.

Du navendên sereke hene di pêjgeha Asyayê de:

  • Çîn û başûr û rojhilatê Asyayê. Li van deveran di xwarinan de riz (birinc), meqarne, soya, sosên ji masiyan cihekê girîng digirin.
  • Navenda Asyayê, Qazaxistan, Mongolya û herêmên devedorên wan. Li van deran jî goşt û xwarin-berhemên ji şîrê, bêhtir balê dikişînin.

Pêjgehên welatên başûrê rojhilatê û rojhilata Asyayê biguhêre

Pêjgehên welatên li navenda Asyayê ne biguhêre