Pêşangeha Pirtûkan a Amedê

Pêşangeha Pirtûkan a Amedê wekî Fuara Pirtûkan jî tê naskirin, pêşangeha pirtûkan a ku ji sala 2010'an û vir de bi awayekî salane li Amedê ji aliyê TUYAP (Tüm Fuarcilik Yapim, AŞ) û Yekîtiya Weşankarên Tirkiyeyê ve tê sazkirin. Di Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Amedê de tê pêkanîn.

2'emîn Pêşangeha Pirtûkan di Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Amedê, di 22'ê gulana 2011'an de çêbû.
Dîmenek ji 3'emîn Pêşangeha Pirtûkan (2012).

Pêşangeha Pirtûkan a Amadê 2010-2013 biguhêre

Pêşangeha Pirtûkan a Amadê ya pêşîn di navbera 18-23'ê gulana 2010'an de çêbûye. Dû re pêşangeha duyem di navbera 17-22'ê gulana 2011'an de û ya sêyem jî di navbera 22-27'ê gulana 2012'an de li dar xistine. Çarem Pêşangeha Pirtûkan a Amadê di 14-19'ê gulanê hat pêkanîn.

Weşanên wekî Aram, Avesta, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Lîs, Nûbihar, Ronahî, Tîroj, Vate û her wekî din tê de beşdar in. Ji xeynî pêşkêşkirina pirtûkên nûderketî, rêkxerên fuarê bernameyeke tije îmzekirina pirtûkan, panel, helbestxwendin û gotûbêjan jî pêk tînin.

Çavkanî biguhêre

  • Bernameya Pêşangehê