Osmannasî şaxeke rojhilatnasiyê ye û zanista dîrok û çanda Împeratoriya Osmanî vedibêje. Ji ber çêbûna Dewleta Osmanî, Osmannasî mijarên Îslamnasî û Tirknasî, lê her wiha Erebnasî, Irannasî, Bîzansnasî û dîroka Ewropaya başûr-rojhilat digire dest.

Pêşketina Osmannasiyê biguhêre

Di serdema nûjen a destpêkê de, bi taybetî wergêr û dîplomat bi ziman, çand û dîroka Osmaniyan re mijûl bûn.Joseph von Hammer-Purgstall-ê awistirî (1774–1856) wekî damezrînerê rastîn ê Osmannasiya zanistî tête hesibandin. Nexasim ji ber dîroka xwe ya deh bergan a Împeratoriya Osmanî û têkiliyên berbiçav ên di navbera Monarşiya Habsburgî û Stembolê de, zanyarên almanîaxêv di Osmannasî de heya 1950an deng dan.

Lîsteya Osmannasiyan biguhêre

Her wiha binêre biguhêre