Orhan Asena di sala 1922an de li Amedê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li Amedê xwend. Fakulteya Tibbê li Stenbolê di sala 1945an de qedand.

Asena hê zarok bû dest bi nivîsandina helbest û çîrokan kir û bi nivîsandina lîstika şanoya 'Xweda, mirov û Gilgamêş' bal kişand ser xwe. Berhema Gilgamêş hatiye wergerandin zimanê Fransî, Îngilîzî, Elmanî, Rûsî, Spanî û Îtalî. Bi qasî 50 berhemên Orhan Asena hene. Muduriyeta Giştî ya Şanoyan a dewleta Tirk di 27.01.1965an de ev berhem çap kiriye.