Olga Scheps piyanîsteke rûs e ku di 4ê kanûna mezin a 1986an de li Moskowê ji dayik bûye û niha li bajarê Kölnê, li Elmaniyayê dijî.

Olga Scheps
Piyanîsta rûs Olga Scheps (2012)
Jiyan
Jidayikbûn4ê kanûnê, 1986
Moskova, Rûsya
Cureyê muzîkêMuzîka klasîk
Pîşebestekar, piyanîst
Amûrpiyano
Malperolgascheps.de
biguhêreBelge

Kurtejiyan biguhêre

Bavê Olga Scheps, profesor Îlja Scheps bixwe jî mamostê piyano ye li konservatwara Kölnê (Hochschule für Musik und Tanz Köln), beşê Aachenê. Malbata wan di sala 1992an de hatin Elmaniyayê. Bandora muzîka klasîk bi riya malbata Olgayê pir lê bû, destpêkir bi 4 salî li piyano xist û bi 12 saliya xwe pêşbirka bi navê Jugend Musiziert wergirt, herweha di sala 2001 ya bi navê Jugend spielt Klassik[1].

Di sala 1999an de, hîna gava serdana medresê dikir, çû muzîkê (piyano) jî xwend, pêşî li cem Vasîlî Lobanov dûv re li cem Pavel Gîlîlov û wekî din li cem Arî Vardî û Dîmîtrî Başkîrov, herweha ji 15 saliya xwe carcaran cem Alfred Brendel jî dixwend. Ji Olgayê re ji du aliyan bûrsa xwendinê derket, yek jê di sala 2001ê de ji aliyê Fonda Musikleben ve û ya din di sala 2006an de ji alî Fonda lêkolîn û xwendin ya miletê elman Studienstiftung des deutschen Volks ve.

Bi 14 saliya xwe Olga Scheps gerreke ji konsêrtan da. Di ya bi navê Junge Elite li Düsseldorfer Tonhalle bi berhema Yekem Konçertoya bo Piyanoyê ya Prokofyev, destpêkir. Di pey re çend şevbuhêrkên din piyanosolo da, mîna "Best of NRW" e, "The Next Generation II" li Dortmund. Herweha ji dervey welêt jî Olga Scheps gelek konsêrtan daye, mîna li Îtaliya, Holenda, Nêmsa, Dênmark, Welatêyn Asiya, Welatên Yekbûyî Amêrîka.. Pê re bi van orkêstrayan re jî jeniye, Orkêstra Sinfonî ya Aachenê, Orkêstra Niedersachsen, NRD Radiophilharmonie, Orkêstra Sinfonî ya Münchenê, Philharmoniya Bonnê, Musikkollegium Winterthur, Philharmoniya Rumanya, Orkêstra Sinfonî ya Warschauê.

Ji çaxa ku li fêstîvala Ruhr a piyanoyê 2007, jenî, pirtir vexwendin hatin jê re, mîna Schleswig-Holstein Musik Festival, Festspielen Mecklenburg-Vorpommern, Kissinger Sommer, Heidelberger Frühling, Sommerlichen Musiktagen Hitzacker, Mosel Musikfestival td. Û di sala 2008 xelata duwemîn baştirîn piyanîst di pêşbirka navnetewî ya Kissinger Klavierolymp li bajarê Bad Kissingen/ Elmaniya, stand.[2]

Olga Scheps ji bilî ku solîst e, karê muzîkê bi muzîkvanine din re jî dike, mîna bi Andrej Bielow, Daniel Hope, Adrian Brendel, Jan Vogler, Nils Mönkemeyer.

Muzîka ku Olga Scheps pirtir jê hez dike û dijene, ew e ya Romantîk, ya sedsala 1800. Scheps pirtir ji muzîkvanên rûs hildibijêre. Û naskiriye ku Frédéric Chopin pir ciwan înterprête dike.

Hîna gava haziriya xwe dikir, ji Fêstîvala Ruhr 2009 hin perçeyên ku jenîbû bike CD û biweşîne, 2010an de 2 CDyan derxist ji solopiyano, ji cem (Sony Music) û di 17.10.2010 wê bi Alice Sara Ott re bi CD yê xwe yê Chopin xelata ECHO Klasik li Essen-Philharmonie, wergirt.

Dîskografî biguhêre

Berhemên wê yên li ser CD
  • 2009: Piano Recital (CAvi-music). Berhemine ji Mozart, Schubert, Mendelssohn, Schumann
  • 2010: Chopin (RCA Red Seal/Sony Music)
  • 2010: Russian Album (RCA Red Seal/Sony Music)
  • 2012: Schubert (RCA Red Seal/Sony Music)

Xelatên wergirtî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Sony Music über Olga Scheps[girêdan daimî miriye]
  2. ^ "Deutsche Stiftung Musikleben über Olga Scheps". Ji orîjînalê di 7 nîsan 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 tîrmeh 2013.
  3. ^ Arşîva hunermendên ku xelata ECHO ya sala 2010'an wergirtine, Ji orîjînalê di 4 nîsan 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 4 nîsan 2011