Oda TV
Oda TV navê portaleke nûçeyan a romiyan (tirk) e. Sala 2007'ê ji aliyê Cüneyt Özdemir û Soner Yalçın ve bingeha wê hatiye danîn.
Kemalîzm û şerê psîkolojîk biguhêre
Gorî gelekan ev portalê girêdayî Ergenekonê, şerê psîkolojîk dimeşîne. Portaleke radîkal-kemalîst e. Di gelek nûçeyên xwe de dijberiya kurdan dike, li dijî kurdan provokasyonan lidardixe û agahiyên nerast belav dike. Herwiha pesnê artêşa tirk dide, lîberal, îslamîstan reş dike, dijberiya partiya Recep Tayyip Erdoğan AKPê dike.
Gorî hinekan jî lê vê portalê neheqî tê kirin, ji ber ku li dijî AKPê û terîqeta Fethullah Gülen e, bi ser de çûne. Ango gorî vê îdîayê di nava dewleta kûr de nakokî û şer heye, Oda TVê jî berevaniya aliyê statûkoparêzan dike.
Girêdanên derve biguhêre
- Malpera fermî ya Oda TVyê Girêdana arşîvê 2013-07-08 li ser Wayback Machine