Odîseus

Di mîtolojiya yewnanî de qehremanek
(Ji Odîseûs hat beralîkirin)

Odîseus (bi yewnaniya kevn: Ὀδυσσεύς, Ὀδυσεύς, Odysseús, Odyseús) di edebiyat û mîtolojiya yewnanî de cihekî girîng digire. Keyê Îtakêyê ye. Destana Îlyada û Odîseya bi çavên wê tê qesekirin. Her du destanên Homerosê de lehengek pir girîng e. Destana Îlyada behsa Şerê Troyayê, destana Odesîya jî behsa , piştî şer vegera Odîseusê ya welatê Îtakêyê dike.

Odîseus
Ὀδυσσεύς Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstÎlyada, Odîseya, Madness of Odysseus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
  • Laertês, Sîsîfos Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Antîkleya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xwişk û bira
  • Ktîmenê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
Zarok
  • Têlemaxos
  • Agrios
  • Leontofron
  • Leontofonos
  • Nausînoos
  • Nausîtoos
  • Têlegonos
  • Kasîfonê
  • Latînos
  • Polîportês
  • Ardeas
  • Polîpoîtês
  • Anteas
  • Arkesîlaos
  • Auson Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanPênelopê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Pieter Lastman-Odîseus û Nausicaa (p.z.1619)

Mîta Odîseus biguhêre

Odîseus lawê Antikleia û Laertesê bû. Bapîrê wî wek dizekî navdar dihat zanîn. Ew jî bi xwe jî zilamekî şûm û qurnaz bû.

Ew bi şîretên xwe dihat naskirin. Hêj emrê wî genc bû ji bo zewicandina Helenêyê, ew û Tyandareos şîretan bavê Helenê kiribûn. Şîreta wan jî ew bu ku "Helenêyê kî bixwaze ji wî re bizewicê, lê heger qirejiyek bikeve li ser Helenêyê hemû xwestiyên wê, Helenêyê biparêze". Ew şîret ji aliyê bavê Helenê û hemû xwestiyan hat qebûlkirin. Di nav xwestiyan de Odîseus jî hebû lê Helenêyê çû Menelaosê bijart. Soz hatibû dayîn.

Şerê Troyayê biguhêre

  Gotara bingehîn: Şerê Troyayê

Di demekê şûnde Helenêyê ji hêla Parîsê mîrzayê Troyayê hat revandin. Şerê Troyayê li ber deriyê bû. Odîseus çaxê şerê Troyayê dest pê kiribû hêj nû ji Pênelopê ra zewicî bû. Nedixwest ku tevlî Şerê Troyayê be. Ji ber wê texlîtên dîna kir. Agamemnonê kekê Menelaosê û keyê Mîkên ya rastî derxist holê ku hişê Odîseosê bi cih e.[1] Paşê ew neçar beşdar bû hezên Akayî , çu Iliayê. Vê şerê da rolekê pir giring lîst û pir qehremanî kir. Peywirên sixurî kir û lehengiya xwe bi pêş ket. Lê şer deh sal dirêj bû êdî sebra wan qediya dixwastin vegerin mal. Odîseus fikra hespê Troyayê pêşkeşî key Agamemnon kir. Hespa Troyayê hespekî bi dar çêkirî û nava wê vala bû ku leşker dikarîbûn di nav de cih be. Ev fikr gelek kêfa Agamemnonê anî û hespê çêkirin, leşkerên xwe yên bijartî jî xistin di nav wê de. Hespê danîn nava deşta Iliayê û Akayî xwe xef kirin. Troyayî gotin qey şer qediya ye û vê hespê jî Akayiyan ji bo hebandina Posîdonê çêkirin. Hespê anîn di nava bajarê. Şenga 'serkeftin'ê dest pê kir. Wext bû nîvê şevê Troyayî raketin an jî serxweş bûn di wê demê leşkerên bijartî di nav hespê derketin. Odîseus jî di nav wan de bû. Deriyê bajarê ji bo Akayiyan vekirin. Troya hat wêrankirin.

 
Wêrankirina Troyayê - Francisco Collantes

Piştî wêrankirina bajarê Troyayê Posîdon rik ji Odîseus girt. Êşên wî tu carê neqediya.[2] Pir kes hatibûn kuştin. Yên mayî jî hatibûn nifirkirin.

Îxtilafa yekem di nava key Agamemnonê û birayê wî key Menalaos derket. Hezên xwe cûda kirin. Odîseus û leşkerên wî di nav hêzên Menelaos da siwarê keştiya bûn derketin rê.

Talankirina welatê Kîkonan biguhêre

Bahozekî çêbû, Odîseus û 12 keştiyên wî ji hêzên din dûr ket. Di demekê şûn de Odîseus nêzîkê welatê Kîkonan bû. Odîseus bi gotinên zilamên xwe bi awayekî nejidil derket qeraxê ji bo talanê. Kîkonan wan dîtin û revîn. Odîseus û hevalên wî dest bi talanê kirin. Odîseus got leşkerên xwe vegerin keştiyan lê leşker bi bandora şerab û xwarinan sist bûn. Di bin tava nîvroyê raketin. Di demekê şunda Kîkonan pê cîranên xwe yên har zivirîn erîş kirin ser hêzê Odîseus. Hêzên Odîseus li wir derbekî baş xwar. Sedema vê rewşa nebaş jî ya Odîseus fermandarê duyem Eurîloxos bû. Vê ga îxtilaf kete di nav her duyan û her du dest bi şer kirin lê di demekê şûnde îxtilaf qediya ew jî dewam kirin rêya xwe.[3]

 
Odîseus di bin erîşa Kîkonan

Li Lotusxwaran biguhêre

Odîseus zivirî aliyê başûr. Ji rêya xwe derketin nêzîkê welatê Lotusxwaran bûn. Odîseus dest bi lekolînên kir derheqê wî qewmê. Hin leşkerên wî ji keştiyan peya bûn çûn di nav gel. Di nav gel de cureyekî sosina Lotusan rast hatin û wan xwarin. Ew lotus hişbir bû. Her tişt ber çavê wan ne zelal bûn û serxweş bûn. Malbat û welat ji bîra wan çû. Tenê dixwastin wan lotusan bixwin.

Odîseus û leşkerên wî yên sax wan girtin anîn, razan û hişyar bûn, dîsa jî lotus dixwastin. Odîseus neçar ma wan ji dîrekê ve gireda.

Kîklop Polîfêmos biguhêre

  Gotara bingehîn: Polîfêmos

Çend hefteyan rastê kesi nehatin. Paşê welatekî xerîb dîtin. Derketin lekolînan derheqê wî welatê kirin. Hinek meşiyan hatin devê şikeftekê pir mezin. Texmînkirin ku ew malê afirandiyekî dêvan bû. Li wir xwarinên pir xweş dîtin ketin ser xwarin. Heman demê de li wir pezan jî dîtin. Hinek pezan jî xwarin.

Demekê şûn de xwediyê şikeftê Kîklop Polîfêmos hate şikefta xwe. Wek her carê Polîfêmos pê zinarekî ku li şûna derîyê diemilanda, devê şikeftê girt. Odîseus hevalên wî baz dan milê derîyê lê negihiştin. Polîfêmus ji wan re pirs kir: - Hûn kî ne, çi ne? Odîseus vegerand, behsa rêwîtiya xwe kir û tenê armancên xweyên lêgerîna xwarinan ji kîklopê re got. Navê xwe wek "Ti kes"ê gote wî. Kiklop vê yekê qebûl nekir, wan êsîr û xulamê xwe kir.

Kîklopê re her roj xwarinan çêdikirin. Ev jî têra Kîklopî nedikir, her roj du zilamên Odîseus dîwarê dida mejiyê wan diperçiqand. Soxiyê Odîseus ji vê zilmê têr bû. Ji bo xilasbûnê planan çêkir.

Rojekî meyekî dijwar da Kîklopê. Gote wî 'ev mey meya Îtakayê ye, mirov tew vê vedixwin. Kîklop jî jê bawer kir. Meyê carekê quliband, hişê wê çû, xwe dirêjî erdê kir, Odîseus jî darekî ji bo wê gavê amade kiribû, darê anî xiste nava çavê Kîklopê. Jixwe Kîklop tenê xwedî yek çav in. Polîfêmos bi temamî kor bû. Kir zareza û got kî min kor kir. Odîseus vegerand: "Ti kes". Kîklopên din hatin hawara Polîfêmosê. Kîklopên din bersiva "Ti kes"ê re pir keniyan û henekan Polîfêmosê kirin.

Bû sibe Polîfêmos ji bi pez berdana çêre, zinarê li şûna deriyê vekir. Li wê demê Odîseus û hevalên wî xwe bi hiriyên pez kiribûn. Her yekî xwe xef kire di nav di pezan. Bi awayekî xef ji şikefta derketin, baz dan keştiyan. Odîseus dema giha keştiyê zivirî henakan li Polîfemosê kir. Polîfemos jî bersiva henekê zinarekî avêt, lê keştiyî neket. Polîfêmos zêdetir hêrs. Nifiran kire Odîseusê. Polîfêmos kurê Posîdonê bû, ji ber wê Xwedawend bû neyarê Odîseusê yên sondxwarî.

 
Odîseus û hevalên wî li Kîklopê

Çenteya Ayolos biguhêre

Odîseus û keştiyên wî nêzîkê xwedawenda bayê Ayolosê hatin. Ji vê deverê re digotin Ayolîa. Ayolos ji wî re çenteyekê tije bi bayê da. Odîseus dîsa derkete rê. Odîseus her roj û şev wê çenteyê diparast ku kes çenteyê veneke. Soxiyê keştiyên wî gelek nêzikê Îtakayê bûn. Lê xewa lehengê hat û raza. Leşkerên wî bêdudilî çenteyê vekirin hemû ba carekê de derket derve bahoz çêbû. keştiyên dîsa ji welat dûr çû. Odîseis heta şîyar bû keştî dîsa hatibûn welatê Ayolîayê. Ayolos vî carê bayê ji wan re neda. Ew neçar man û bêba derketin rê.

Li Lîstrîgoniyan biguhêre

Odîseus û keştiyên wî nêzîkê girava Telepîlosê bû. Di derdora giravê ji xeynî cihekî temamî teht bû. Ji ber vê yekê kî bihata giravê neçar dibûya keştiyên xwe dixist wî cihê. Ji xeynî keştiya Odîseus hemû keştî jî çûn wî cihê. Odîseus lenger avêt behra har.

Du leşker derketin giravê rastî keçikekî hatin. Keçik wan bir li qeleya bavê xwe. Nêzîkî qeleyê, wan jinek dêw dît ku gazî mêrê xwe kir. Zilamek dêw, mêrê wê, bi bez derket û yek ji wan leşkeran revand û yên din saxî xwar. Yê din ji bo jiyana xwe beziya û tevahiya qewmê dêwên ku li wê derê hebûn da dû wî. Li benderê, zilamên Odîseus bazdan ji bo veşartinê, lê dêw keştiyên wan bi kevirên mezin şikandin û ew sax kirin. Tenê Odîseus karî bi keştiya xwe birevîne ji ber ku wî ew li derveyî giravê lenger kiribû. Ew û çend hevalên wî sax man.

 
Odîseus li Lîstrîgoniyan

Pîrebok Kîrkê biguhêre

  Gotara bingehîn: Kîrkê

Odîseus û hevalên wî yên sax mayî hatin girava pîreboka bihêz Kîrkê. Navê vê giravê Aîaîa bû. Pîrebok dizaniya ku ew ti bên. Ji bo wan efsûnan amade kiribû. Leşkeran derketin giravê hatin qesra Kîrkeyê. Li wir di heywanên kovî -ku demekê berê ew jî wek wan mirav bûn- rast hatin. Pîrebok pê çova xwe şervanan kire beraz.

Hermês, ilacan da Odîseusê ku xwe ji efsûnên Kîrkêyê biparêze. Rasta hev hatin Kîrkê fêm kir ku efsûnên wî li hember lehengê kêr nedihat. Odîseus ji wê xwest ku hevalên wî dîsa bike mirov. Kîrkê li hemberî wî daxwazê şerta tekiliyên cinsî ji wî re pêşkeş kir. Odîseus neçar ma qebûl kir. Leheng û hevalên wî salek mane wî giravê, leheng mêrîtî ji pîrebokê re kir. Çaxê derketina rê Kîrkê ji wan ra alikarî kir. Rêya xilasbûnê nîşa Odîseus kir. Ji wî re got: "Here dinyaya bin erdî peyamnerê kor Tîresiosê bibîne ji wî peywiran bistîne.

Piştî çûyîna Odîseus du zarokê Kîrkeyê çêbû ji Odîseusê. Lehengên bi navê Agrios û Latinos bûn desthilatdarê Tîrsenan.[4]

Li dinyaya binerdî biguhêre

Bi gotina Pîrebok Kîrkeyê Odîseus û zilamên wî derketin rêya dinyaya binerdî. Li qeraxa rûbara Acheronê qurbanan pêşkeşî Hadêsê kirin. Hadês hişt leheng bihata dinyaya binerdî. Ji xeynî wî mirovekî sax nehatibû dinyaya binerdî. Xwedawend ji wî re şîretan kir. Gote wî bila rêya navbera Skîla û Çarîbdîsê de biçe.

Li Sîrenan biguhêre

Li Hadêsê derketin çend rojan rûyê axê nedîtin. Di demekê de dengekî ecêb û nexweş hate guhên wan. Pê vê dengên dixwastin ku ji şadbûnê bigirîn. Ev yên Sîrenan bû, Kîrkê derheqê wan agahî dabû lehengê.

Pîrebok rêya xilasbûnê jî ji wan re gotibû, pê şimayê guhên xwe bigirtana dengê wan seh nedikirin. Heger dengên wan seh bikin, ti xwe ji keştiyê bavêjin, ti Sîren jî wan bikuje. Lê ew bi xwe dixwast ku stranên wan bibihîze. Ji ber vê hevalên wî guhên xwe girtin, ew negirt. Ferman da: wî girêdan stûna keştiyê.

Dengên Sîrenan dihat Odîseus, pê wê dengê efsûn dibûya, dixwast ku biçe li wan. Lava kir leşkerên xwe lê leşker gotinê wî nekir. Wî bernedan, keştî jî hûrik hûrik ji warê sîrenan dûr bû. Heta dengê sîrenan qediya şîmayan jî ne avêtin, taya Odîseus jî sist nekirin.

Skîla û Çarîbdîs biguhêre

  Gotara bingehîn: Skîla

Pê şîretên Tîresiosê nêzîkî cinawir Skîla û avger Çarîbdîsê bûn. Di navbera her du yan tengavekî hebû divê li wir derbas bûna.

Skîla di demekê berê de Nîmfêyekê bû lê niha canewarekî bi şeş serî bû. Çaxê keştiyeke nêzîkê Skîlayê be, şeş zilamên wê dibûn xwarina Skîlayê. Odîseus neçar ma şeş zilamên xwe da canewarê derbasî ba avgerê jî bû û çû. Ti demê dengê hevalên wî ji guhên wî de neçû, kezeba wî ji wan re êşa.

 
Skîla û Çarîbdîs

Çêlekên Helîosê biguhêre

Odîseus piştî wê peywira dijwar çêkir, hate girava Trînakîyayê. Ev girav ji bo Hêlios pîroz bû. Çêlekên wî bi awayekî serbest li ser giravê diçêriyan. Pêyamnêr û pîrebok ji bo nexwarina wan hişyarî dabûn Odîseus. Leşkeran gotina Odîseus nekirin dest pê kuştin û xwarina çêlekan kirin.

Helios ji vê yekê gelek aciz bû, çû li Zeusê giliyan. Zeusê re got: Ez ê rojê bişinîm li Hadêsê û ji bo ku tu carê tav dernekeve. Zeus brûskekê şande keştiya Odîseus keştiya wî binav bû hemû leşkerên wî mir. Tenê ew sax ma, li Skîla û Çarîbdîsê derbas bû, revî.

 
kuştinên çêlekên Helîosê

Ba Kalîpsoyê 7 sal biguhêre

  Gotara bingehîn: Kalîpso

Odîseus bi tenê li ser giravekê hişyar bû. Ev girava Kalîpsoyê bû, Kalîpso xwest ku Odîseus bibe mêrê wê, li hemberê vê yekê nemirtiyê bida wî. Odîseus vê qebûl kir zehf derbas nebû bêriya jin û zaroka xwe kir. Lê Kalîpso wî berneda, heft sal ma li wê giravê û neçarî mêranî ji Kalîpsoyê re kir.

Piştî heft salan Atênê ji bavê xwe Zeusê azadkirina Odîseusê xwest. Zeus qebûl kir, Hermêsê şande pê. Kalîpso dilneçûyî fermana Zeusê kir. Cara dawî li şikefta Kalîpsoyê bûn jin û mêr, paşê Odêseus pê pelemekî kete rê.

Piştî çûyîna Odîseus du zarokên Kalîpsoyê ji Odîseusê çêbû ew Nausîthus û Nausînus bûn.[5]

Posîdonê bela xwe ji Odîseusê bernedida. Disa bahozekî rabû. Disa derket qeraxa welatekî din.

 
Nîmfê Kalîpso Odîseus rê dike - Bottega del Guercino

Li welatê Faeakîyan biguhêre

Odîseus çaxê hişyar buyî bêteqet û tazî bû. Li wir dotmîra Faeakîyayê Nafsîkayê dît. Pê pêlan cihê bedena xwe yên taybet weşart û ji Nafsîkayê kêmasiyên xwe xwest. Dotmîr jî ji wê re mevandariya qesrê pêşkeş kir. Odîseus çûyîna qesrê qebul kir.

Key Alkînous û keybanû Arete gelek baş wî kirin mêvan. Lê demekê şûnde wextê çîrok û stranan hat. Hozanan behsa Şerê Troyayê kirin. Odîseus nekarî xwe, girî. Piştî hinekî pirsan neçar ma nasnameya xwe eşkere kir. Behsa tekoşîna xwe ya vegera malê kir. Dilê Faeakîyan ji Odîseus re ma, keştiyên xwe yên herî bilez û hinek xwarinan dane wî. Odîseus careke din ji bo welatê xwe bi rê ket.

 
Odîseus digirî - Francesco Hayez

Soxiyê Key Odîseus li Îtakêyê biguhêre

Odîseus xwe weşart û pê cilên parsekan hate qesra xwe. Li xulamên xwe û kurê xwe Têlemaxosê re axivî. Ji wan xwestiyên ji bo Pênelopêyê re hatî bihîst.

"Parsek" rasta Pênelopêyê hat û ji wê re behsa "lehengiya Odîseus" kir. Pênelopê girî, demekî şûnde ji bo behn derxistinê wek her caran peywiran da xwestiyên xwe. Peywira vê carê ew bu ku : kevana Odîseus bikarbînin û tîrê qulê donzdeh teverê derbas kirin. Her kes dizaniya ew pêywir bêderfet e. Ji ber ku bikaranîna kevana Odîseus re meharet hewce bû. Gelek xwestî neceriband, lê kalê parsek destê xwe avête kevanê, kişand û tîrê berda tîr çû di nav donzdeh qulê teverê derbas bû. Tikilheviyek peyda bû, parsek Odîseus e, ev eşkere bû.

Odîseus bi alîkariya Têlemaxos û şivanê berazan Eumaeus sed û heşt xwestiyan kuşt. Xulamên ku xwe kiribûn lîstokê xwestiyan yên kêf û zewqê jî hatin daliqandin.

Pênelopê baz da hate di nav tikilheviyê, lê yeqîn nekir ku ew mêrên wî yên bîst salê winda bûyî ye. Ezmûneke din ji bo 'parsekê' amade kir. Ji parsekê xwest ku cihdoşeka xwe ji cihrazanê bîne li odeya mezin. Lê Odîseus ji vê yekê qebûl nekir. Tenê ew her du dizaniyan ku ew cihdoşek ji dara hêj nebirî û dara sax pêk dihat, ji ber wê ne gengaz bû derketina wî cihdoşekê.

Dawiya emrê wî biguhêre

Edî Odîseus niha ser texta xwe bû desthilatdariyê dikir. Piştî çend salan bi gotina peyamner Tîresios textê hişt ji bo kurê xwe. Kurê xwe û Pênelopê hişt, leheng siwarê keştiyê bû û çû.

Pê gotina peyamnêrê sekanekî destê xwe girt ji hemû welatan pirs kir ku ev çiye? Hemû jî dizaniyan. Lê hate di nav gelek navbeyna girava Îtakêyê li wir rastê qewmekî hat. Ew nizaniyan sekan çiye. Li wir bicih bû. Dotmîra qewmê jî ji xwe re kir jin, heta dawiya emrê xwe di naw wan de jiya.[6]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ https://www.greeka.com/ionian/ithaca/myths/odysseus/
  2. ^ homer. Odîseya.
  3. ^ https://www.greeka.com/ionian/ithaca/myths/odysseus/
  4. ^ (1015) Teogonîa-Hêsîodos
  5. ^ (1015) Teogonîa-Hêsîodos
  6. ^ https://www.greeka.com/ionian/ithaca/myths/odysseus/