Niyaz (bi farisî: نياز, Niyaz) komeke sêmendî (trîo) ya muzîkî ya îranî û emerîkî ye. Ev kom li sala 2005an de ji aliyê DJ û bernamesaz û çêker û remîksvan Carmen Rizzo û vokalîst û sentûrvan Azam Ali û Loga Ramin Torkian ve hatiye afirandin. Niyaz di zimanên kurdî, farisî, ûrdû û tirkî de tê wateya keser û hesret.

Muzîka trîoya Niyaz, wek muzîka mîstîk li gel xemlên modern tê tarîfkirin, tevlîheviya mîstîzma sûfîzm û trance electronicayê ye. Sêmendiya Niyaz dengên folklorî yên farisî û hindî û yên Behra Spî, helbest û stranên ku helbestên Rumî dihundirîne li gel înstrûmentên elektronîk û bernameyên rojavayî.

Albûmên trîoya Niyaz biguhêre

Albûma wan Niyaz (albûm) ya li 2005ê hatî belavkirin tevlîheviya sûfîzma sedsala 13ê û helbestên ûrdû ye li gel "zivirîn û lêdanên hîpnotîk". Albûma wan ya 2008ê jî, Nine Heavens, ji du dîskan pêk tê. Albûma wan ya sêyem, Sumud (صمود) li bihara 2012ê hate belavkirin.

Di tîrmeha 2013an de Carmen Rizzo bi rêya Facebookê karkenariya xwe ji Niyazê îlan kir.

Jêderkên stranan biguhêre

Çend ku wan hinek stran li gel helbestên xwe yên orîjînal hebin jî, stran û lîrîkên xwe bi giştî ji helbestvanên farisî û ûrdû distînin û stranên folklorî jî ji Îran û Efxanistan û Pakistan û welatên din yên Rojhilata Navîn û Asyaya Navendî distînin.

Di her du albûmên pêşiyê de lîrîkên wan bi giştî bi farisî û ûrdû ne ji bilî straneke tirkî di Nine Heavensê de, lê albûma wan ya sêyem Sumud gelek stranên farisî li gel du stranên tirkî û straneke erebî ya Filistînê û straneke kurdî dihundirîne.

Dîskografî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

Mijarên têkildar biguhêre