Nirxê notayê an jî nîşaneyên notayê, li gorî demên notayan diguherin. Em dirêjiya her notayekê bi lêdanan dipîvin. Di tabloya li jêrê de hejmara lêdanên ango nirxên notayan hatine nîşandan:

Em dikarin nirxên notayan bi lêdanan têbigihîjin. Em bifikirin ku bi piyên xwe lêdanekê dikin. Dema ku piyê me diçe jêrê û tê jorê, lêdanek dibe du beş.