Nesret Hadî rojnamevanek kurd e.

Nesret Hadî sala 1968ê hatiye dinê. Wî xwendina xwe ya destpêkî, navîn û amedeyî li Dihokê, kolîja zanistên olî li Bexdayê qedandiye.

Di sala 1983ê de, her ji despêka Tîpa Şoreşvan ya şanoyê li Dihokê wek leystikvan kar kiriye û heta niha jî endamê heman tîpê ye. Di sala 1984ê de, ew yek ji avakarên Tîpa Şêxo ya muzîkê bûye û heta sala 1986ê serokatiya heman tîpê kiriye. Di dawiya sala 1986ê de, ew ji aliyê rêjîma Iraqê ve tê girtin û ji her karekî hunerî û wêjeyî tê qedexekirin.

Piştî Serhildana 1991ê, ew bû yekem bêjer û nivîskarê Radyoya Dengê Duhokê û di Radyoya Dengê Kurdistana Iraqê ya navendî de heman kar kiriye. Piştre ew di Televizyona Xebat a li Dihokê de xebitiye.

Nesret Hadî niha pêşkêşvaniya nûçeyên KTV, (Kurdistan TV) yê dike.

Çavkanî biguhêre