Necmettin Erbakan

Siyasetmedarê tirk

Necmettin Erbakan (jdb. 29ê çiriya pêşîn a 1926an li Sinop, 27ê sibata 2011an li Enqere) yek ji siyasetmedarên navdar û serokwezîrên bêrê yên Tirkiyê ye.

Necmettin Erbakan
Image dans Infobox.
Serokwezîrê Tirkiyeyê
-
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Merkezefendi Cemetery (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha teknîkê ya Stembolê
King Saud University (en)
Lîseya Stembolê (en)
Zanîngeha Londonê (en)
Zanîngeha RWTH Aachen (en)
ITU School of Mechanical Engineering (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Siyasetmedar, endezyar, mamosteyê zanîngehêLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Nermin Erbakan (d) (ji heta )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Karder
Partiyên siyasî
National Order Party (en) (-)
National Salvation Party (en) (-)
Welfare Party (en) (-)
Virtue Party (en) (-)
Partiya Seadetê (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cezayê birrî
şanenava Necmettin Erbakan
Şanenav
Wêneyê goristanê

Piştî dibistana seretayî perwerdeya endazyariya makîna dibîne. Ji bo perwerdeya bilind a zankoyê diçe Almanya û li bajarê Aachen dixwîne. Di perwerdeya xwe de serkeftinên berbiçav dike û ev yeka han bala gelekan dikişîne. Erbakan li Almanya di fîrmaya Deutz de kar dibîne.

Di sala 1965î de dibe profesorê endazyariya makînayê û li Zanîngeha teknîk a Stembolê dersê dide.

Jiyana Erbakan a polîtîk biguhêre

Ew di salên 70yî de di bin siya îdeologiya Tirk-Îslamê de dest bi siyasetê dike. Bi navê "Milli Görüş - Nêrîna neteweyî" rêxistineke li dijî tevgera xurt a çepgîran dadimezirîne. Dewlet jî gelek alîkariyê dike. Lê di 1971î de desthilatî dikeve destê artêşê û partiya yekem a ku wî damezirandibû "Milli Nizam Partisi - Partiya sazîbûna neteweyî" tê qedexekirin û çalakiyên wî tên bisînorkirin.

Di sala 1973î de MSP (Partiya bextewariya neteweyî) dadimezirîne. Li dijî xurtbûn û pêşketina çepgîran û tevgerên Kurdan dewlet alîkariyê dide wî. Di 1974-1978î de di gelek koalîsyonan de wekî cihgirê serok peywirdar dibe.

Di 12ê îlona 1980an de leşker dîsa dest didin ser desthilatdariyê û Erbakan jî tê girtin. 10 sal cezayê siyasetê lê tê birrîn. Di sala 1987î de cezayê tê rakirin û ew jî ji mêj ve dest bi polîtîkayê dike. Bi damezrandina RP (Partiya refahê) ew di salên 1996-1997 serokwezîrtiyê dike. Lê leşker rika xwe berdidin wî çalakiyên wî bisînordikin. Lewra ew sînorê ku artêşê ji wî re danibû bi hin axavtinên wî dihate xerakirin. Di 30ê hezîrana 1997an de leşker xebatên wî qedexe dikin û RP yê jî vedigirin. Erbakan mîtînga Bîngol (Çewlîg) da got; "Çima dibêjin, 'Çi şadî dibêje ez Tirkim' vî wextî biranîna Kurd ji dibêjê 'Ez jî Kurdim, Çi şadî dibêje ez Kurdim!". Ji bo vî gotinan Erbakan hatin binçav kirin.

Erbakan bi navê Fazilet Partisi dîsa partiyek dadimezirîne lê ew jî tê qedexekirin. Li dijî wê gelek doz hatine vekirin. Ji wexta serokwezîrtiye da D-8 (Welatan Yê Qewimîna) civîna Yekîtiya Îslamiye hat vekir. Erbakan di 27ê sibata 2011an da li bajarê Enqerê jiyana xwe ji dest da. Li bajarê Stembolê di Goristana Merkez efendîda di 1ê adara 2011an da li kêleka gora jina xwe hat definkirin.

Erbakan di jiyana xwe ya polîtîk de çi kir? biguhêre

  • Yekemîn car bi Îsraelê ve peymana strajetîk a parastinê mor kir. Lê Erbakan di gotinên xwe de hergav li dijî Cihûtiyê derdiket, siyonîzm rexne dikir.
  • Dagirkirina Kîprosê de ew cihgirê serokwezîr Bülent Ecevit bû.
  • Di axavtineke xwe ya li Amedê de wiha digot "Hey neviyên Selahedînê Eyûbî, we ola Îslamê xelas kir, hûn çi ji me bixwazin kêm e". Lê di desthilatiyên xwe de siyasetên qirêj û têr xwînî li dijî Kurdan dimeşand.
  • Li dijî cîhana rojavayî derdiket lê zarokên xwe li DYA dide xwandin.
  • Doza Îslamê dikir lê Îslam bi awayekî Tirkperwer şîrovedikir. Tirk wekî xwedî û rêberê Îslamê dida pêş.
  • Her gav pesnê artêşê dida û hemî biryar û daxwazên leşkeran bêî rexne bicihdianî. Lê digot ez demokratim.

Girêdanên derve biguhêre