Nacî Sebrî Akreyî (15'ê berfanbarê 1945 Akrê - 2'e pûşperê 2008 Almer/Hollanda) nivîskar û rojnamevanekî kurd bû.

Nacî Sebrî Akreyî
Jidayikbûn1945 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Rojnamevan li ser wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jinenîgarî biguhêre

Akreyî di 15'ê berfanbarê 1945'a de li bajarê Akrêya Başûrê Kurdistanê cavên xwe li jiyanê vekirîne û xwendina xwe ya destpêkê û navîn li bajarê Hewlêrê bi dawîkirîne û xwendina amadeyî û zanîngehê li paytexta Îraqê Bexda xwendîye û pişka Rojnamevaniyê qezenc kiriye. Herwiha di sala 1963'a de têkilî bi Partiya Demokrata Kurdistanê re çêkiriye û bûye endamê wê û di piştre bûye Pêşmerge di Şoreşa Mezina îlonê de û pileya kadroyê çeleng di nava rêzên wê de wergirtiye. Nacî Sebrî Akreyî 7 salan ji ber karên wî yên siyasî û kurdperweriya wî li bajêrên Rûmadî û Bîacên Îraqê ketiye zindanên dagêrkeran de, heya serhildana sala 1991'ê ya gelê Başûrê kurdistanê. Kar û têkoşîna xwe piştî serhildanê berdewam kiriye û 5 salan bêyî beramber kar di Weşana Rojnameya Xebat (organa Partiya Demokrata Kurdistanê) de kar kiriye.

Piştî şerê navxo ji neçarî bajarê Hewlêrê bicih dihêle û bo demeka kurt li bajarkê Selaheddînê bicih dibe, lê rewşa wê demê ji bo Akreyî dest nade û mîna bi hezaran kurdan berê xwe dide Ewropa û li welatê Hollanda sala 1996 wek penaberê siyasî tê wergirtin û di demeka kinde dibe hemwelatiyê Hollendayê, lê destên xwe ji têkoşîn û xebat û doza gelê xwe bernade û herzû di herwarekî de kardike ji bo gelê xwe. Akreyî endamê Sendika rojnamevanên kurdistanê bû û şîretkarê yekitiya elektronî ya Nivîskarên Kurdistanê bû û serokê Komeleya Çanda Kurd li derveyî welat bû. Akreyî di çendîn malperên elektronî de dinivîsand û endamê wan bû û ji bo çendîn rojnameyên navdar yên erebî meqale dinivîsandin mîna rojnameya Heyat û mûitemer û kovara Weset û di çendîn rojnameyên din yên erebî de ewên li Ewropa têne weşandin dinivîsand û bergirî ji pirsgirêka kurd dikir.

Nacî Sebrî Akreyî herwiha sekretêrê komeleya rêlêgirtina nejatperist û ji bo bergirîkirna gelê kurd bû û bi dehan panêl û semînar di warên rojnamegerî û civakî û çandî û siyasî pêşkêş kirin. Têkiliyên Akreyî digel tevaya Partî û aliyên siyasî û civakî û kesatiyên kurd bi başî hebûn. Herweha Nacî Sebrî Akreyî ji bo piştgirî xwe bi kurdên êzidî re dihate naskirin.

Nacî Sebrî Akreyî di 2'e pûşperê 2008'a ji ber nexweşiya kansêrê li bajarê Almere (Hollanda) çû ser dilovaniya xwe.