Ji bo maneyên din li Nûbihar binêre.

Nûbihar kovareke çandî û wêjeyî ye.

Nûbihar

Ji sala 1992yan hetanî sala 2000î heşt salan mehane, bi temamî 86 jimar derketiye. Paşê du salan navber daye weşana xwe. Di sala 2002yan de careke din, bi jimara 87an, weke kovareke sê mehî dest bi weşana xwe kiriye. Herî dawîn jî me jimara 150î derxistiye.

Di van jimarên Nûbiharê de li ser mijarên cûrbecûr gelek nivîs derketine. Helbesta klasîk û helbesta modern, çîrokên bav û kalan û hîkayeyên modern, tehlîlên wêjeyî, ceribandin, hevpeyvîn, nivîsên rojane û siyasî, wergerên ji cûrbecûr zimanên cîhanê, meala Qur’anê, wergerên hedîsan û gelek mijarên din dem bi dem di Nûbiharê de cih girtine.

Di van salên derbasbûyî de kovara Nûbihar ne tenê ji bo xwendevanên xwe, ji bo avakar û xebatkarên xwe jî bûye dibistaneke Kurdî. Gelek kesên xwendin û nivîsandina Kurdî ji Nûbiharê hîn bûne, paşê bûne nivîskarê kovarê. Gelekan ji wan pirtûk jî nivîsandine.

Kovara Nûbiharê bi dîroka 2020an 28 salên xwe qedandine. Wekî cild jî 23 cildên xwe temam kirine. Ev cild bi temamî Kurdî ne. Her cildek teqrîben nêzîkî 400 rûpelî ye. Ev jî bi hezaran rûpelên Kurdî dikin.

Kitêbên ku Nûbiharê weşandine biguhêre

Girêdanên derve biguhêre