Nînewa, di dema Asûriyan de bajarekî mihim û mezin bû. Îro ew der di bajarê Mûsilê de cihekî mezin ê kavilan e. Nînewa ji bo kerwan û bazirganan ji bo derbasbûna çemê Dîcle cihekî girîng bû.

Nînewa li ser nexşeya Iraq nîşan dide
Nînewa
Nînewa
Cihê bajarê Nînewayê li Îraqê de.

Senaxerîbê Aşûrî (Sanherîb, 700 BZ) Nînewa ji xwe re kir bajarekî mezin û pir spehî. Kelha wî 200 metre fireh û 210 metre dirêj bû û ji 80'î zêdetir ode tê de hebûn. Di wê demê de li Nînewê 100.000 - 150.000 mirov dijîn û Nînewa yek ji bajarên herî mezin bû.

Di sala 612 BZ de Nînewa ji aliyê Med û Babîliyan ve bi tevahî hat wêrankirin û ji bo demeke dirêj careke din nehatiye avakirin.

Ereb di sala 637 PZ de ketin Nînewê û wan li aliyê din ê çemê Dîcle bajarê Mûsilê ava kirin.

Li gor Tewratê, Xwedê Ûnis (Yûnus) pêxember şand bajarê Nînewê û heta îro jî mizgefta "Nebî Ûnis" li Mûsilê heye - beriya ku bû mizgeft, ew dêrekî Filehan bû.

Di Încîlê de Îsa Mesîh du caran li ser bajarê Nînewê û li ser xelkê wî dibêje (Metta 12:39-41 û Lûqa 11:30-32). Ew ji bo hemûyên ku baweriya xwe bi peyvên Îsa neyînin mînakek in, çimkî wan zû guhdariya Ûnis pêxember kiribû.

Di Quranê de peyva Nînewa derbas nabe, lê di sûra 37:147 de behsa mirovên Nînewê tê kirin.

Girêdanên derve biguhêre