Murathan Mungan

Nivîskarê Tirk

Murathan Mungan (jdb. 21ê nîsana 1955ana li Stenbolê ) nivîskar, nîvîskarê şanoyê û helbesvanekî naskirê ji Tirkiyê ye.

Murathan Mungan
Jidayikbûn21ê nîsana 1955an(1955-04-21) (68 salî)
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Xelat
  • Haldun Taner Short Story Award (1987)
  • Erdal Öz Literature Award (2012) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.murathanmungan.com/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Murathan Mungan di sala 1955a li Stembolê ji dayîk bû û li Mêrdînê mezin bû. Ji aliyê bav de ji malbatek kurd-ereb e. Ji bo ku lawê wî ji ber nasname û koka xwe rastî astengî û çavsorayiyan ji aliyê tirkan û dewleta tirk neyê, bavê Murathan li wî qedexe dikê ku bi kurdî bipeyivê. Bi vê yekê Murathan ji çûkaya xwe de di nav hevûdû qebûlnekirin û berberiya çandî mezin dibê.

Li zanîngeha Enqerê Murathan zanistiya şanoyê dixwînê û li şanoyên dewletê yên Enqere û Stembolê weke Dramaturg kar dikê. Di sala 1980î de yekemîn pirtûk wî a roman tê çapkirin û di 1981ê de jî yekemîn lîstika wî ya şanoyê tê lîstin. Ji hingî ve Murathan zêdetir ji 30 roman, pirtûkên helbestan û pirtûkên çîrokan nivîsnadine û dane çapkirin. Piraniya berhemên Murathan bi zimanê tirkî hatine nîvîsandîn û di van salên dawî hinek ji wan bo zimanên din û bo kurdî jî hatine wergerandin. Yek ji wan wergeran pirtûka helbestan a bi navê Balgîfa Mar e, ku Lal Laleş û Îrfan Amîda amade kirine.

Murathan Mungan xwe eşkere wekî kesekî homoseksûelî tê naskirin.[çavkanî hewce ye] Weke kesekî navdar Murathan vekirî piştgiriya mafê gelê kurd dikê. Di sala 2002a ew yek ji wan kesan bû, ku deklarasyonek ji bo piştgiriya DEHAP'ê destnîşan kir. Li Tirkiyê Murathan êdî weke nîvîskarêkî jîrek tê naskirin, bi taybetî xwendevanên ciwan û lîberal jê hez dikin. Gelek Helbestên wî ji aliyê gelek hunermendên tirk mîna Sezen Aksu, Ajda Pekkan, Nükhet Duru, Mor ve Ötesi, Aylin Aslım, Hümeyra weke gotinên stranan hatine bikaranîn û tên gotin.

Berhem biguhêre

  • Osmanlıya dair Hikâyat, 1981
  • Taziye, 1982
  • Kum Saati, 1984
  • Son İstanbul, 1985
  • Sahtiyan, 1985
  • Cenk Hikâyeleri, 1986
  • Kırk Oda, 1987
  • Lal Masallar, 1989
  • Eski 45'likler, 1989
  • Yaz Sinemaları, 1989
  • Mırıldandıklarım, 1990
  • Yaz Geçer, 1992
  • Yaz Geçer - Özel Basım, 1992
  • Geyikler Lanetler, 1992
  • Mahmud ile Yezida, 1992
  • Bir Garip Orhan Veli, 1993
  • Oda, Poster ve Şeylerin Kederi, 1993
  • Omayra, 1993
  • Kaf Dağının Önü, 1994
  • Metal, 1994
  • Murathan’95, 1996
  • Ressamın İkinci Sözleşmesi, 1996
  • Li Rojhilatê Dilê Min, 1996
  • Paranın Cinleri, 1997
  • Başkasının Hayatı, 1997
  • Dağınık Yatak, 1997
  • Dört Kişilik Bahçe, 1997
  • Oyunlar İntiharlar Şarkılar, 1997
  • Mürekkep Balığı, 1997
  • Başkalarının Gecesi, 1997
  • Metinler Kitabı, 1998
  • Üç Aynalı Kırk Oda, 1999
  • Doğduğum Yüzyıla Veda, 1999
  • Meskalin, 2000
  • Soğuk Büfe, 2001
  • Çocuklar ve Büyükleri, 2001
  • Erkekler İçin Divan, 2001
  • Yüksek Topuklar, 2002
  • 7 Mühür, 2002
  • Timsah Sokak Şiirleri, 2003
  • Yabancı Hayvanlar, 2003
  • Yazıhane, 2003
  • Çador, 2004
  • 13+1, 2004
  • Bir Kutu Daha, 2004
  • Beşpeşe, 2004 ( bi hevkariya Elif Şafak, Pınar Kür, Faruk Ulay, Celil Oker)
  • Eteğimdeki Taşlar, 2004
  • Erkeklerin Hikâyeleri, 2004
  • Kadınlığın 21 Hikâyesi, 2004
  • Elli Parça, 2005
  • Söz Vermiş Şarkılar, 2006
  • Kâğıt Taş Kumaş, 2007
  • Kullanılmış Biletler, 2007
  • Büyümenin Türkçe Tarihi, 2007
  • Yedi Kapılı Kırk Oda, 2007
  • Dağ (pirtûka helbestan), 2007
  • Kadından Kentler, 2008

Wergerên kurdî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre