Murat Karayılan bi lêvkirina bi kurdî Mirad Qerayîlan (jdb. 1954 li Bêrecûk, Parêzgeha Riha, Bakurê Kurdistanê) yek ji pênc kesên payebilind û damezrênerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ku ji sala 1999an de, dema ku rêveber û demaziranê PKKê Abdullah Öcalan radestî Tirkiyeyê kirin, dibe serokê wekalet a rêveberiya PKKê.[1] Di sala 2014an de ji peywira serkirdayetiya PKKê derket û bûye fermandarê giştî yê baskê çekdarî yê PKKê ya Hêzên Parastina Gel.[2]

Murat Karayilan
Jidayikbûn1954
EsilKurd
HevwelatîKurdistan Kurdistana Bakur
PîşeSiyasetmedar û Fermandar
Salên çalak1979–niha
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Karayilan li navçeya Bêrecûk bi ser Rihayê ji dayik bûye xwendina xwe li zanîngeha pîşeyî ya makîneyan qedand û di sala 1979an de beşdarî PKKê dibe. Heta sala 1980an berê ku derbasê Suriyeyê bibe, li bajarê Bakurê Kurdistanê li bajarê Rihayê bi awayekî çalak beşdarî xebatên siyasî dibe. Karayilan bang li kurdan kiriye ku ji dewleta tirk re leşkeriyê nekin, bac nedin û dev ji zimanê tirkî berdin.[3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "ekurd.net/mismas/articles/misc2011/1/turkey3095.htm". Ji orîjînalê di 30 îlon 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ "washingtoninstitute.org/uploads/Documents/opeds/Cagaptay20140226-Janes.pdf" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2022.
  3. ^ "dailystar.com.lb/News/Middle-East/2012/Mar-23/167766-end-to-turkeys-kurdish-conflict-fades-from-sight.ashx#axzz1pyeOIpkO". Ji orîjînalê di 13 çiriya paşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2022.