Murat Bozlak

Siyasetmedarê kurd

Murat Bozlak (jdb. 30ê kanûna pêşîn 1952 li Şereflikoçhisar, Enqere; m. 4ê kanûna paşîn a 2015 siyasetmedarekî kurd bû.

Murat Bozlak
Image dans Infobox.
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
heta an
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Hevwelatî
Perwerde
Ankara University, Law School (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe

Bozlak di sala 1952yê de li Şereflikoçhisara Enqereyê ji dayîka xwe bûye. Li Zanîngeha Enqereyê beşa Dadê qedand. Demeke dirêj parêzerî kir û di nava damezrandina Partiya Ked ya Gel (HEP) de cih girt. Piştî girtina HEPê di damezrandina Partiya Demokrasî (DEP) de cih girt. Piştî girtina DEPê bû serokê giştî yê Partiya Demokrasiya Gel (HADEP). Di sala 2002yê de HADEP hate girtin û wî pênc sal cezayê qedexebûna ji siyasetê girt. Ji wê demê ve navber da siyaseta çalak. Bozlak di sala 1994ê de rastî êrişeke çekdarî hat û birîndar bû. Sê salan di girtîxaneyê de ma. Bozlak di kevneşopiya HEP heta BDPê de herî zêde heşt salan serokatiya giştî ya partiyê kiriye.

Murad Bozlak di 4ê kanûna paşîn a 2015 de ji ber Şêrpence çû li ser mafeya xwe.[1]

Çavkanî biguhêre