Murad Celalî

nivîskarê kurd

Murad Celalî nivîskarekî kurd e.

Murad Celalî
JidayikbûnAgirî
1980
PerwedeZanîngeha Stenbolê
biguhêreBelge

Murad Celalî di sala 1980 de li Agiriyê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li bajarê Îdirê qedandiye. Pey re xwendina xwe di Zanîngeha Stenbolê fakûlteya edebiyatê beşa dîrokê de berdewam kiriye. Nivîsên wî di kovara Nûbiharê de herweha di malperên Diyarname.com, Beroj.com û Netkurd.comê de tên weşandin.

Nivîskar lêkonîn xwe yê li ser dîroka olan û kurdan berdewam dike. Herweha bi wergerê re jî eleqedar dibe. Pirtûkeke wî ya di derheq dîroka pêxemberan de bi navê Li Ber Ronahiya Qur'anê Dîroka Pêxemberan di nav weşanên Nûbiharê de derketiye.

Herweha xebateka wî ya di derheq jiyana Muhemmed nivisiye. Li ser têgehên îslamî jî pirtûkeke bi navê Têgehên Bingehîn amade kiriye.

Berhem biguhêre

Girêdanên derve biguhêre