Muhemmed Ronahî

Nivîskarê kurd

Muhemmed Ronahî yan Mihemed Ronahî nivîskar û weşangêrekî kurd e. Muhemmed Ronahî di 1979'an de li Pîrana Amedê ji dayik bûye. Di 2003'yan de li Zanîngeha Înönü Beşa Civaknasîyê kuta kiriye. Di malpera haberdiyarbakir.com, Kovara W, Kovara Rewşen, Kovara Zend û Çirûskê de helbest û nivîsên wî tên weşandin. Bi qasî sê salan di rojnameya Azadiya Welat de bi navê "deqerû" quncik nivîsî. Di 2009'an de bi navê Weşanxaneya Ronahî weşanxaneyek ava kir. Di 2010'an de romana xwe ya bi navê "Bendewarên Adarê" derxist, di sala 2011an de jî çîrokên wî yên bi navê Daristan ji weşanxaneya Ronahî derket. Kitêba wî ya bi çîroka ya bi navê"kûçikistan" jî der çûye di nav weşanên avesta de

Muhemmed Ronahî
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Çavkanî biguhêre