Muhemmedê Qeredaxî

Zimannasê kurd

Muhemmedê Qeredaxî[1] yan jî Mele Mihemedê Qeredaxî (z. 1798, Silêmaniye, Qeredax - m. 1864 Qeredax) zimannas, mentiqvan û matematîknasê kurd yê sedsala19'an e.[2]

Muhemmed Qeredaxî
Jidayikbûn1798
Silêmaniye, Qeredax, Başûrê Kurdistanê
Mirin1864
Silêmaniye, Qeredax
EsilKurd
DestûrnameMewlana Şêx Halid
Pîşetefsîrvan, zimannas, mentiqvan û matematîkzan
SerdemSedsala 19an
BandorbarBahaudîn Amîlî
biguhêreBelge

Muhemmed Qeredaxî di sala 1798an de li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li gundê Qeredaxê ji dayik bûye. Perwerdehiya xwe ya pêşîn li vê bajarê girtiye piştî wextan çûye gundê Mertegeyê li cem Mele Ebdulxefûr el-Mertegî perwerdehiya mentiq,  wêje û gramerê girtiye. Perwerdehiya xwe ya fiqih û tefsîrê jî li cem Şêx Ebduletîf Berzencî girtiye. Paşê çûye Helebê li cem Şêx Ebdullah perwerdehiya kelamê girtiye. Destûrnameya xwe jî  ji Mewlana Şêx Halid girtiye. heta dawiya temenê xwe gelek pirtûk nivîsiye sala 1864an de cîhê ku lê ji dayik bûye li Qeredaxê wefat kiriye.

Pirtûkên Qeredaxî biguhêre

  • Şerh el-Îrab
  • Şerh Rîsale el-Adab
  • Talîqat şerh el-şemsiye
  • Telîqat ela îslamûddîn
  • Telîqat ela tefsîr el-Beydawî
  • Telîqat ela tefsîr Îbn Hecer el-Heysemî
  • Telîqat ela Rîsalet Bahaedîn Amîlî

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Baba Merdûxê Rûhanî, Tarîxî Meşahirî Kurd
  2. ^ Mihemed Emîn Zekî, Meşahirê Kurd û Kurdistan