Mueyed Teyib

Rojnamevanê kurd

Mueyed Teyib (jdb. 1957an li Dihokê, Başûrê Kurdistanê) zimannas, helbestvan û rojnamevanekî kurd e.

Mueyed Teyib
Mueyed Teyib 2014
Navê rastî
Mueyed Teyib
Jidayikbûn1957
EsilKurd
HevwelatîHikûmeta Herêma Kurdistanê, Îraq
PîşeSiyasetmedar, nivîskar, rojnamevan
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Mueyed Teyib di sala 1957'an de, li bajêrê Dihokê ji dayîk bûye. Her li Dihokê xwendiye û paşî di sala 1982'an de, ji ber terora rejîma faşîst ya Bexdayê, nekariye zanîngeha Bexdayê bi dawî bîne. Demekê wî pêşmergeyîtî kir û li hemberî rejîma Baasê têkoşiyaye. Ji ber zordariyên rejîma Baasê demekê welatê xwe terikan û di sala 1983'an li Swêdê bi cih dibe. Her ji sala 1974'an û pê dê, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Helbest û berhemên edebî jî di piraniya rojname û kovarên kurdî de belav kirîne, herwiha di çend rojname, kovar, radyo û televizyonên cude de jî xebitî û nûçegihanî kir.

Di gelek mîhrecanên edebî de beşdarî kiriye. Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd bû li Kurdistana Îraqê û niha jî endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê ye. Dîwaneka helbestan ji bo çapê amade kiriye. Mueyed Teyib niha birêveberê Weşanxaneya Spîrêz û endamê Meclîsa Akademiya Zimanê Kurdî ya Hewlêrê ye.

Çavkanî biguhêre

Berhemên wî biguhêre

Li xopana Helebçe govenda zarokan bû.
Pênc hezar zarok ji Dêrsimê bûn.
Pênc hezar zarok ji Amûdê bûn.
Pênc hezar zarok ji Mahabadê bûn.
Hoy ey bist û pênc mîlyon şehîdên ji ser axa Kurdistanê dijin!
Rê Vekin... ev Newroz e tet.

— Mueyed Teyib