Peyva monomer (mono, ”yek” û -mer, “parçe, heb”) ji zimanê yewnanî çêbûye. Monomer bi serê xwe molekulên hûrik in, loma wekî molekulên sakar tên navkirin. Monomer bi reaksiyona dehîdrasyonê, di navbera hev de bendên kîmyayî ava dikin û dibin polîmer. Ango, monomer yekeya polîmerê yê.

n(monomer) → polîmer + (n-1)H2O

Di zanista biyolojiyê de asîdên amînî, glukoz, asîdên rûnê û nukleotîd hin ji monomerên xwezayî ne.

Asîdên amînî monomerên proteînan e.

n(Asîda amînî) → proteîn (polîpeptîd) + (n-1)H2O

Glukoz monomera polîsakkarîdan e.

n(Glukoz)(nîşa an seluloz an jî glîkojen) + (n-1)H2O

Nukleotîd monomerên asîda deoksîrîbonukleyî (ADN) û asîda rîbonukleyî (ARN) ne.

n(nukleotîd) → ARN + (n-1)H2O

n(nukleotîd) → ADN + (n-2)H2O

Xurekên wekî rûn, proteîn û karbohîdrad makromolekul in, ango molekulên aloz in. Ji boy derbasbûna nav xwînê û xaneyan divê ji aliyê enzîmên herisînê ve werin parçekirin û bibin monomer. Xurekên karbohîdradî bi enzîmên herisînê hîdrolîz dibin û monomerên wekî glukoz, fruktoz û galaktoz çêdibin. Xurekên proteînî jî bi enzîmên herisînê, tên dehandin û asîdên amînî wekî monomer çêdibin. Van monomeran têra xwe hurik in û dikarin derbasî nav xwînê bibin.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre