Monak [çavkanî hewce ye] (bi grekî: μοναχός, monakhos, bêje ji monos "bitenê" tê) an jî reben ji peywirdarên olî re tê gotin ku bo peywirdarên mêr ên budîzm, xiristiyanî, hînduîzm û taoîzmê tê bikaranîn. Ji bo peywirdarên ola îslamê pirranî, melle, molla tê bikaranîn.

Monak
μοναχός Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Religious occupation Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Monakên ciwan ên budîst li Tîbetê

Ji peywirdarên jin re monake [çavkanî hewce ye] yan nana dibêjin. "Di tenêbûnê an tevheviyê de tênêbûn" fîlozofiya monak û monakeyan e. Divê mirov wan bi papaz û rehîbeyan ve tevlîhev neke. Monak û monake bawermendiya xwe ne wekî wezîfe yan bi berdêl, lê wekî tercîha jiyanê pêktînin.

Mirov dikare monak û monakeyan pirr hindik be jî, bişîbîne sofiyên îslamê. Lê sofiyên îslamê ferdî dijîn, bo derûniya xwe û îmana xwe dijîn. Monak û monake, divê di mercên herî dijwar û xizan de xizmeta bawermandan bikin.

Monakên ola budayî medîtasyon û Kung Fu dikin ku bi wan aramiya ruh digerin. Monaktî di xiristiyaniyê de kêm be jî dijî. Monak û monakeyên mesîhî pirranî di saziyên alîkariyê de ji bo hewcedaran jiyana xwe terxan dikin.