Milliyet rojnameyeke tirk e û navenda wê li Stembolê ye. Ji 3ê gulana 1950an virde tê weşandin û niha weşana xwe yeli ser înternetê jî heye. Slogana vê rojnameyê Basında Güven ("Bawerî di çapemeniyê de") ye.

Milliyet
Milliyet Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanTirkî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1950 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Weşanxane
  • Demirören Group Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.milliyet.com.tr/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Damezrênerê wê Ali Naci Karacan bû û niha yek ji rojnameyên holdînga Doğan grubu ye. Di bin gerînendetiya Abdi İpekçi de li hemberî rojnameyên Cumhuriyet, Hürriyet û Millî Gazeteyê cihê xwe digire û li polîtikayeke çepa navendê digere. Piştî kuştina İpekçi ji aliyê Mehmet Ali Ağca yê endamê tevgerên zêderastgîr, vê rojnameyê jî polîtîkaya xwe guhert û nêrînên uniter û fermî hilbijart. Niha yek ji rojnameyên ku îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk diparêzin ên mezin ê Tirkiyê ye.

Çavkanî biguhêre