Mihemed Ezîz Şakir Zaza (z. 9'ê gulanê 1945), di 1945'an de li bajarê Qamişloyê ji dayik bûye. Dibistana sereke di sala 1956an de qedand û ya navîn di 1960î de, dûv re Abîtûr-zanistî di 1967an de, lê weke xwendineke azad.

Mihemed Ezîz Zaza
Jidayikbûn1945 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ji 1958-68 li cem muzîkvanê aşûrî, mamoste Gabriyêl Es'ed muzîk xwend, û di sala 1964an grûpeke muzîkê ji hevalên xwe damezrand, û xebata xwe ya muzîkî li navenda çand û hunerê li bajarê Qamişlo dikirin. Pişt re bi yek sal mîna wî mîna sedhezarên kurd, nasnameya wî ya sûrî jê hate kişandin.

Di sala 1967an xwe li Zanîngeha Şamê ji bo xwendina felsefê qeyd kir, lê ji ber kêşeya nasnameyê xwendin jê re derneket, an jî lê hat qedexekirin, ne tenê wisa lê belê nema dikarîbû ji ber vê meselê li ti cîhên din jî kar bikra. Di destepêka 1969an de berê xwe da Çekoslovakyayê û li bajarê Pragê gîtar û kompozîsyon xwend dûv re magistêr û doktora di beşê muzîknasiyê li zanîngeha Karl- IV., wergirt.

Di salên 1983-1991 li welatê Cezayirê mamostetî, her wiha peymengeha muzîkê li peymangeha bilind damezrand ji bo perwerdeya muzîkolojiyê.

Ji 1991 hetanî 1996an mamostetî di fakûlteya huner û ragehandin (medya) li zanîngeha bajarê Trablûsê-Lîbya.

Di destpêka 1996an de veger bo bajarê xwe Qamişloyê û li wir enstîtûyek bi navê Navenda Muzîkê avakir.

Di sala 2002an de jê re hat pêşniyar kirin ku fakûlteya hunerê li Zanîngeha Selahedînê li Kurdistanê damezrîne, û ji wê çaxê ve jî serokatiya wê dike.

Berhemên wî biguhêre

  • Harmonî
  • Gîtar
  • Punweriyên muzîkê/ Solmîzasyon
  • Kontrapûnktus
  • Kalaydoskop di muzîkê de
  • Arrance ji boyî orkêstra (derpêç I û II)