Michael James Adams (jdb. 5ê gulana 1930an li Sacramento, California; m. 15ê çiriya paşîn a 1967an) testpîlotekî DYAyî yê firokeyên X-15 bû.

Firokevanê amerîkî Michael Adams bi firokeya xwe ya bi navê X-15. Ev wêne di sala 1967an de hate kişandin.

Piştî bidawîkirina dibistanê di sala 1950î de Michael Adams dikeve artêşa hewayî ya DYAyê. Ew li Texasê perwerdeya pîlotî dibîne û wekî firokevanê şer tevlî Şerê Koreyê dibe.

Ew bi tevlîbûna NASAyê di ceribandina dagirkirina heyvê de cihdigire. Yekemîn firîna wî ya bi firokeya herî bilez, X-15, di 6ê çiriya pêşîn a 1966an de pêk tê. Ji ber ku ew di bilindahiyeke bi qasî 80 km de firiye, wekî astronot jî tê binavkirin.

Adams di ceribandinekê de jiyana xwe jidestdide.