Metafizîk

Çiqilekî felsefeyê

Metafizîk yek ji şaxên fîlozofiyê ye. Di dema Şarezayiya Yewnanistana Kevn de fîlozofan mijarên ku li derê tixûbên fizîkê diman bi vî navî binavdikirin. Wê demê zanîstî wekî îro nepêşketî bû. Di dema nûjen de wate û mijarên metafîzîkê hatine guhertin. Lewra zanîstî gelek pêşketiye. Metafîzîk pirranî bu mijarên ontolojîk (ango afirandinê) re bilî dibe.

Peyva matafîzîk ji "ta meta ta fizîka" yê tê. Fîlozofê Grek a Kevn Arîstotelês bi navê "fizîk" rêzepirtûkan dinivîsîne û mijarên ku tê de zehmetiyê dikişîne dihêle paşê û wan di grûbekê de kom dike. Piştî mirina wî şagirtên Arîstotales wan bi navê "metafîzîk" binavdikin, ango "yên piştî fizîkê" nivîsiye, "ên ji fizîkê wê de".

Herçendî zanîstiyên pozîtîv bipêşdikevin mijar û tixûbên metafîzîkê jî teng dibe yan tê guhertin. Niha metafîzîk bi mijarên wekî, hebûn, afirandin, têkilî, dem, Xwedê, gerdûn hwd re bilî dibe.