Mekanîzmaya henasedanê

guheztina oksîjen û karbona dîoksîdê di navbera pişik û hewayê de

Henasedan, ango henasewergirtin û henasedayîn (bi îngilîzî: breathing).

Peyva henasedan, ji bo karê alûgora gazan a navbera xaneyên laş û hawîrdorê tê bi karanîn. Henasedan ji du gavên sereke pêk tê. Gava yekem girtina hewayê bo pişikan an jî dûrxistina hewayê ji pişikan e. Gava duyem jî, alûgorkirina gazan e. Di navbera xaneyên pişik û hewayê de alûgorkirina gazan, wekî henasedana derve tê bi navkirin. Herwisa, di navbera xwîn û xaneyên laş de alûgorkirina gazan jî wekî henasedan a navî bi nav dibe.

Navbera xwîn û hewayê de alûgorkirina gazan, di pişikê de, di nav sikildanokên hewayê de rû dide. Kiryara livîna hewayê bo nav pişik û derçûna wê ya ji pişik bo derve, wekî mekanîzmaya henasedanê tê bi navkirin. Mekanîzmaya henasedanê du cure ye; henase wergirtin û henasedayîn. Ji derve bi navbeynkariya dev û difin, ber bi pişikan ve çûyina hewayê wekî henase wergirtin bi nav dibe. Herwisa ji pişikan derkirina hewayê jî wekî henasedayîn tê bi navkirin[1][2].

Ji bo têgihiştina kiryara henasedanê, divê em van zanyariyên li jêr ber bi çav bigirin[3].

1. Di rewşa asayî de ji gewrî hetanê sikildanokên hewayê, coga henaseyê bê navber, bi hewa yê tijî ye.

2. Pişik di nav sîngekelêna devgirtî de cih digirin. Parsû (perasû) li aliyê paş ve bi hestiyê birrbiragê ve, li pêş de bi depê sîngê ve girêdayî ne, bi vî awayê qefesa sîng peyda dibe. Di navbera parsûyan de sê çîn masûlkeyên navbera parsû heye. Masûlkeyên navbera parsû yên derve, masûlkeyên navbera parsû yên naverast û masûlkeyên navbera parsû yên navî. Aliyê jor û kêlekên qefesa sîng bi parsû û masûlkeyan dorgirtî ye. Herwisa jêrê qefesa sîng jî bi navpençika masûlkî û bestereşane dagirtiyê.

3. Perdeya plura ya derve ya pişikê bi dîwarê sîngekelenê ve zeliqî ye. Perdeya plura ya navî jî bi pişikan ve zeliqî ye, valahiya navbera herdu perdeyên plurayê bi şileya plurayê tijî ye.

Qanuna Boyle-Mariotte biguhêre

Henasedan li gor qanunek (zagon) kîmyayê ya bi navê qanuna Boyle-Marriot rû dide.

Qanuna Boyle- Mariotte (bixwîne wekî “boîl-maryot”): Li gor vê qanunê, di bin germahiya neguher de, pesto û qebareya hewa yê nav amanek(qutî) devgirtî, bi awayek beravajiyê hev diguhere[4]. Heke qebareya amana devgirtî zêde bibe, pestoya gaza nav amanê kêm dibe, lê heke qebaraya amanê kêm bibe îcar pestoya gazê zêde dibe[5].

 

Henasewergirtin biguhêre

sîngekelênê mirov dişibe amanek devgirtî. Ango ji bo henasedanê, guheztina gazan ji difin ber bi pişikan, an jî ji pişikan ber bi dev û difin li gor qanuna Boyle-Mariotte rû dide. Henasedan bi girjbûn û xavbûna masûlkeyên sîngekelênê rû dide[6]. Masûlkeyên navbera parsû yên derve, girj dibin, qefesa sîngê ber bi jor û pêş ve bilind dibe û fireh dibe[7] . Di heman demê de, navpençik jî girj dibe. Navpençika negirjbûyî ber bi sîngekelêne ve qoqiz e, bi girjbûna masûlkeyan, navpençika qoqiz ber bi zikekelênê ve tê paldan û pahn dibe. Bi vî awayê sîngekelên dirêj dibe û fireh dibe. Ji ber ko pişik bi dîwarê sîngekelenê ve zeliqi yê, pişik jî fireh dibin[7]. Ji ber firehbûna sîngekelenê, pestoya nav sîngekelenê û pişikan ji pestoya atmosferê kêmtir dibe. Hewa ji hêla pestoya bilind (ji amosferê ) ber bi cihê pestoya nizim ve diherrike û pişik bi hewayê tijî dibin[5]. Ev rewş wekî henasewergirtin bi nav dibe[8].

Henasedayîn biguhêre

Xavbûna navpençik û masûlkeyên navbera parsû yên derve, qonaxa henasedayînê dide destpêkirin. Gava navpençik xav dibe, ber bi sîngekelêne ve bilind dibe, ji ber qoqiziya navpençikê, qebareya sîngekelenê kêm dibe. Herwisa di heman demê de masûlkeyên navbera parsû yên derve jî xav dibin. Bi xavbûna masûlkeyan, qefesa sîngê ber bi jêr ve dilive û qebareya sîngekelênê kêm dibe, sîngekelên zorê dide ser pişikan loma qebareya pişikan jî kêm dike. Ji ber kêmbûna qebareyê, pestoya hewa yê nav pişikan ji atmosferê zêdetir dibe. Wek encam, henasedayîn rû dide. Ango, ne hemû lê hinek hewayê pişikan ber bi dev û difin tê derkirin, heta ko pestoya hewayê atmosfer û ya pişikan yeksan bibe. Ji bo henasedayîna asayî, pêwîstî bi tiwana(şiyan) masûlkeyan tune ye, ango masûlkeyên xavbûyî, bi awayek pasîf rê li ber hanasedayînê ve dike[1]. Pêkhateya şaneyên pişikê qaîşokî ye, loma bi derkirina hewayê, pişika pifdayî xwe diqurmiçîne û qebareya xwe kêm dike[5].

Rêjeya henasedanê biguhêre

 
Navenda rêkxistina henasedanê di lakêşemox(moxê lakêşe)û pirikê de cih digire. lakêşemox û pirik beşên qedê demax e.

Henasedan ji aliyê koendama demarê ve bi awayek demarî, herwisa ji aliyê kîmîkewergiran jî bi awayek kîmyayî tê kontrolkirin. Hejmara henasedanê ya di dirêjiya xulekek de, rêjeya henasedanê diyar dike[1]. Rêjeya henasedana zarokan ji ya mirovê têgihîştî bilintir e. Ji xeynî dema mirov xebatên giran dike, rêjeya henasedanê ya asayî ya mirovê têgihîştî 12-15 henesadan/xulek e[5]. Di heman rewşê de rêjeya henasedana zarokek 10 salî 18-30 henasedan/xulek e[1]. Dema mirov karek giran dike an jî werziş dike, rêjeya henasedanê jî zêde dibe. Kiryara henasedanê xwenewîst e[9]. Ango mirov bê hemdê xwe henase werdigire û dide. Hin caran dibe ku karê henasedanê ji bo demek kurt di bin kontrola mirov de be, ango henasedan bi awayek xwewîst pêk were. Wekî mînak dema mirov dipeyve, an pifê tiştekî dike an jî di bin avê de avjenî dike, dikare henasedana xwe kontrol bike[3].

Rêkxistina demarî ya henasedanê biguhêre

Ahenga henasedanê ji aliyê navenda rêkxistina henasedanê ve tê kontrolkirin[10]. Navenda rêkxistina henasedanê di lakêşemox(moxê lakêşe)û pirikê de cih digire[9]. lakêşemox (bi latînî:medulla oblongata), pirik(bi latînî:pons) beşên qedê demax e (bi îngilîzî:brain stem). Ji navenda rêkxistina henasedanê bi awayek rêzikî, bi navbeynkariya demarên ragihandinê, sînyal tên şandin ji bo masûlkeyên parsû û navpençikê. Ji ber sînyalên lakêşemoxiyê, masûlkeyên navbera parsû yên derve û navpençik girj dibin. Wek encam henasewergirtin rû dide. Îcar gava navenda rêkxistina henasedanê, şandina sînyalan radiwestîne, navpençik û masûlkeyên navbera parsû xav dibin, henasedayîn rû dide[3]. Her ko şandin û rawestandina sînyalan didome, henasedan jî didome. Şandin û rawestandina sînyalan ji aliyê sîstema sîmpasawî û parasîmpasawî ve tê kontrolkirin. Ne tenê leza henasedanê lê kurahiya henasedanê jî ji aliyê navenda rêkxistina henasedanê ve tê diyarkirin. Leza dubarekirina şandina sînyalan, ne tenê ji aliyê lakêşemox ve tê kontrolkirin. Beşên din ên demax jî ji bo henasedanê xwediyê agahiyê ne, lakêşemox li gor agahiyên ji beşên demax ve tên, çalakiya xwe rêk dixe.

Rêkxistina kîmyayî ya henasedanê biguhêre

Rêkxistina kîmyayî ya henasedanê bi navbeynkariya kîmîkewergiran (bi îngilîzî:chemoreceptors) pêk tê. Li ser diwarê kewanê şahxwînberê de, di nav şileya mejî û di nav şileya coga dirkepetik (bi îngilîzî: spinal canal) de kîmîkewergir hene ji bo rêkxistina henasedanê. Hekê di laş de rêjeya karbona dioksîdê zêde bibe, kîmîkewergir pê dihesin û navenda rêkxistina henasedanê agahdar dikin[3]. Bi hîşarkirina kîmîwergiran, rêje û kurahiya henasedanê tê zêdekirin. Karbona dioksîd bi avê dikeve reaksiyonê û asîda(tirşe) karbonî peyda dibe, ji asîdê hin molekulên hîdrojenê (H+) belavê [4] nav xwînê dibin[9]. Ev rewş asta pHa xwînê kêm dike. Loma dema xestiya karbona dioksîda nav laş û xwînê zêde dibe, di heman demê de pHa hawirdorê jî dadikeve. Daketina pHa xwînê jî kartêkirn e ji bo kîmîkewergiran[1]. Li gel karbona dîoksîd û rêjeya pHê, di nav xwînê de kêmbûna xestiya oksîjenê jî bandor li ser navenda rekxistina henasedanê dike, lê bandoro oksîjenê ji bandora karbona dioksîd û pHê kêmtir e[11].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c d e OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013
  2. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.
  3. ^ a b c d Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  5. ^ a b c d OpenStax Biology. 2013
  6. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  7. ^ a b Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  8. ^ McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978-0-07-337809-1
  9. ^ a b c Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  10. ^ Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  11. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, chemoreceptors