Mehwî

Helbestvanê kurd

Mehwî (b. 1813 − m. 1906), dadger, mutesewif û helbestvanekî kurd ê ku bi zaravayê soran ve nivîsî ye[1].

Mehwî
Peykerekî Mehwî li bajarê Silêmaniyê.
Navê rastî
Mela Muhemmed Osman Belxî
Jidayikbûn1817
Mirin1906
EsilKurd
HevwelatîBaşûrê Kurdistanê
PîşeDadger, mutesevif û helbestvan
BandorkerEbdulkerîmê Muderîs
biguhêreBelge

Navê wî yê rastî Mela Muhemmed Osmanê Belxî ye. Ew li Silêmanîyê li gundê Belxiyê jidayik bûye. Li wir û Sineyê xwendina xwe qedandiye. Di sala 1892an de li Silêmanî dibe dadger. Paşê li ser Kerkûk û Bexdayê rêya Mekeyê digre. Ji wir de diçe Stenbolê û Siltan Evdilhemîd dibîne. Piştî zivirandina li Kurdistanê, Mehwî medresekî dide çêkirin û navê Evdilhemîd lê dike. Ji Mehwî gelekî helbest û beyt ên berhevok bi navê 'Dîwanî Mehwî' di sala 1984an de li Silêmanî hatine çapkirin.

Çavkanî biguhêre