Mehmet Akbaş (jdb. 1ê nîsana 1974an, li Pîrana Amedê), stranbêj, strannivîs û stransazê kurd e.

Mehmet Akbaş
Jidayikbûn1ê nîsana 1974an (49 salî)
Pîrana Amedê
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî
PîşeSolîst
Malperhttp://mehmetakbas.info
biguhêreBelge

Mehmet Akbaş, ku dîya wî yek ji nûnerên dawî yên kelepûra jinên zêmarxwend e, di sala 1998ê de di bin bana Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de digel koma Zazakî ya Vengê Sodirî (Dengê Sibehê) dest bi jîyana profesyonel a muzîkê kir.

Akbaş, ku di 2001ê de di albûma Vengê Sodirî ya bi navê Wayîr (Xwedî) de wekî solîst, berhevkar û bestekar cih girt, di heman salê de ji bo Beşa Şan a Rojavayî ya dibistana muzîkê ya bi navê Akademi İstanbul bi bûrs hate qebûl kirin. Hunermendê ku di domahîya xwendina xwe ya muzîkê de bi xebata xwe ya koma xwe her berdewam bû, di 2003ê de di çarçoveya projeya Yollar ve Durak (Rê û Rawestgeh) a Akademi İstanbul de digel Mercan Dede û Vengê Sodirî heman dik par ve kir. Di heman salê de wî herweha di çarçoveya projeya Bêje de derket ser dika Harbiye Açık Hava Tiyatrosu (Şanoya Servekirî ya Harbîyeyê) û di çarçoveya II. Uluslararası Beyoğlu Buluşması (II. Hevgihana Navneteweyî ya Beyoğluyê) de digel koma xwe stranên xwe pêşkêş kirin.

Hunermend di sala 2004ê de di çarçoveya Elektronic Zaza Project de, ku pêşengîya wê, wî bixwe dikir, digel yek ji navdartirîn muzîjenê elektronîk ê Tirkîyeyê, Erdem Helvacıoğlu, re xebitî û him li nav Tirkîyeyê û him ji li derveyî welêt di çendîn konseran de derket pêşberî guhdarên xwe. Stranbêj Akbaş di 2004ê de di projeya NÇMê ya bi navê Şahîya Stranan II. de strana Lê lê Wanê xwend û hêjayî gelek pesndanan hat dîtin.

Akbaş, ku ji sala 2005ê û vir ve li bajarê Köln a Almanyayê dijî, li vê derê jî xebatên xwe yên muzîkê domandin. Hunermend di 2008ê de bi projeya xwe ya Aryayên Mezopotamyayê, ku tê de ne tenê digel amûrên rojhilatî lê herweha digel yên rojavayî bi şêwazên opera, kelepûrî û experîmental stran pêşkêş kirin, li Vîyana, Köln, Frankfurt û Munîhê çendîn konser dan û bi vî awayî ne tenê dilê guhdarên xwe yên Kurd û Tirkîyeyî lê belê yên Ewropîyan jî feth kirin.

Akbaş, ku di albûmên gelek hunermendên Kurd de bi duetên xwe cih girt, di 2009ê de di albûma stranên bijartî yên Kurdî ya bi navê 'I Love Kurdish Music' (Ez ji Muzîka Kurdî Hez Dikim) de, ku ji alîyê Suna Bar Label ve hat derxistin, strana xwe ya Nio xwend. Wî di heman salê de herweha li bajarê Paderborn a Almanyayê di çarçoveya Festival Musica Sacra de, ku yek ji navdartirîn festîvala ruhanî û manewî yên cîhanê ye, di berhema klasîk a Karl Jenkins a bi navê The Armed Man – A Mass for Peace (Zilamê Çekdar- Ayîneke ji bo Aştîyê) de wekî solîst derket ser dikê. Akbaş wekî din di 2011ê de digel yekane hunermenda harp a Kurd Tara Jaff li Vîyanayê li ser dika Akzent Theater konsereke hevbeş da.

Mehmet Akbaş di 2011ê bi albûma xwe ya maksî ya bi navê N!O, ku berhemeke Elektronîk/Orient Pop e, bi besteyên xwe yên Nio û Tenha digel versîyona nûjen/reqsê ya strana Berde re, ku ji Kurdistana Başûr straneke evînîyê ye, derket pêşberî muzîkhezan.

Hevdem, hunermend di kanûna paşîn a 2011ê de li yek ji girîngtirîn hêwanên performansa zindî ya Kölnê li Gloria'yê konsereke gelek serkeftî da û piştî wê jî di çarçoveyên Mainz Interkulturelle Woche (Hefteya Navçandan a Mainzê) û Kölner Music Nacht (Şeva Muzîkê ya Kölnê) de derket ser dikê. Wî herweha di 2012ê de di Festivala Köln Sommerblut (Festîvala Xwîna Havînê ya Kölnê) de çendîn konser dan.

Yekemîn albuma wî ya solo biguhêre

Xebatên pêşîn ên studyoyê yên Mehmet Akbaş, li jêr navê P!A (bi zazakî bi hev re), di gulana 2012ê de wekî cote-albûm ji Kalan Muzîkê derket. Di albûmê de, ku ji du CDyên bi navê The Istanbul Session û The Cologne Session pêk tê, di serî de bi zaravayê dayîkê yê hunermend Zazakî, ku ji alîyê UNESCOyê ve di nav zimanên ku dikin tune bibin de hatîye hilbijartin, bi Kurmancî, Soranî, Tirkî û Farsî bi giştî 19 stran cih digirin.

Mehmet Akbaş di albûma P!A de feraseteke avangart û experîmental a dengî pêşkêş dike, ku tê de cureyên muzîkê yên wekî elektronîka, world, ambient, orient rock/pop û belcanto bi hostetî hatine hûnandin. Produktorîya albûma The Istanbul Session ji alîyê Erdem Helvacıoğlu ve hatiye kirin, ku li seranserî cihanê yek ji navdartirîn kompozîtorên muzîka elektronîk tê nasîn. Produktorîya beşa duyemîn a albûmê ya bi navê The Cologne Session jî ji alîyê hunermendê jazz û rock muzîkê yê Alman Philipp Bardenberg ve hatîye kirin. Di strana bi navê 'Hedîye' (Dîyarî) de, ku gotinên wê yên Furux Ferruxzad û muzîka wê jî ya Mehmet Akbaş bi xwe ne, stranbêja navdar a muzîka Farsî ya ji New Yorkê, Sussan Deyhim digel hunermed distre. Di versîyona Cover a 'Berde' de, ku di salên 70î ye li Kurdistana Başûr pir dihat guhdarî kirin û îro hîna jî tê hez kirin, yek ji hêzdartirîn dengên jinan ên muzîka Kurdî, Hanî digel hunermend duetê dike.

Strana nemir a Aşık Veysel a bi navê 'Beni Hor Görme (Min piçûk nemîne), ku berê ji alîyê Moğollar, Zerrîn Özer û gelek hunermên muzîka gelêrî ve hatibû strîn, îcar ji alîyê Mehmet Akbaş ve bi versîyona Rock tê pêşkêş kirin. Bi vê stranê hunermend dixwaze balê bikişîne ser wan kesan, ku wekî 'yên din' li derve tên hiştin.

Cover a pêşîn a kurdî ya strana îranî ya bi navê ‘Baksana Talihe’, ku di salên 70î de ji alîyê Ajda Pekkan ve bi Fransizî û Tirkî û vê dawîyê jî ji alîyê stranbêjên pop ên wekî Nez û Göksel ve hatibû strîn di vê albûmê de bi serenavê 'Şadî' balê dikişîne.

Girêdanên derve biguhêre

Firatnews.com: Ji Mehmet Akbaş albuma P!A Girêdana arşîvê 2012-05-07 li ser Wayback Machine