Mehmet Şimşek (bilêvkirina bi kurdî: Mihemed Şîmşek) (jdb. 1967 li gundê Kercewsê, navçeya Batmanê, Bakurê Kurdistanê) siyasetmedarekî romî (tirk) yê bi eslê xwe kurd e. Ji 1ê gulanê 2009ê ve wezîrê darayî yê hikûmeta AKPê bû.

Mehmet Şimşek
Jidayikbûn1 kanûna paşîn 1967 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Arıca (Batman, TirkiyeLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Meqam
  • Minister of Treasury and Finance (2009–2015)
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (Gaziantep, 2007–2018)
  • Minister of Treasury and Finance Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Sala 1988ê li zanîngeha Enqereyê dest bi xwendina aboriya neteweyî dike. Sala 1990î bi bûrsê diçe Brîtanyayê, li wir, sala 1993yê li University of Exeter perwerdeya xwe bidawî dike. Di UBS, Deutsche Bank, Merrill Lynchê de dixebite. Sala 2007ê li ser navê AKPê wekî parlamenterê Dîlokê tê hilbijartin û dikeve meclîsa tirkan. Di hikûmetê de wezîrtiya dewletê dike.

Di 8ê kanûna paşîn 2010ê de bo cara duyemîn, marî dibe (dizewice). Hevjîna wî ya yekemîn amerîkayiyek bû. Xanima wî ya duyemîn Esra Kara, endezyareke tirk e. Mehmet Şimşek him hevwelatiyê Tirkiyeyê ye, him jî yê Brîtanyayê.