Mehmûd Ferşciyan (bi farisî محمود فرشچیان, Maḥmūd-e Farščīyân; 24ê kanûna paşîn 1930 li Îsfehanê) wênesazekî îranî û hostayê wênesaziya mînyatura farisî ye.

Mehmûd Ferşçiyan
Navê rastî
محمود فرشچیان
Jidayikbûn24ê kanûna paşîn a 1930an(1930-01-24) (94 salî)
Pîşewênesaz
biguhêreBelge

Jiyan û berhem biguhêre

Mehmûd Ferşçîyan di malbateke hunermendên îranî de hatiye dinê. Hê di xortaniya xwe de li Îsfehanê ji aliyê wênesazên mînyaturê ve hatiye hînkirin.Li cem mamostayên îranî Hac Axa Mîrza Axa Emamî (1880-1955) û Îsa Behadorî (1905-1986) xwendiye û dibistana hunerî ya pîşeyî ya Îsfehanê qedandiye.Di sala 1980 de li Îtalyayê dest bi xwendina hunerê kir û li wir çend dîploma wergirt.[1] Piştî ku vedigere Îranê, di Dezgeha Giştî ya Hunerên Bedew de, ku piştre bû Wezareta Rewşenbîrî û Hunerê, kar dike. Mehmûd Ferşçîyan niha li DYAyê dijî.[2] Mehmûd Ferşçîyan berhemên klasîkên farisî yên wekî Şahnameya Firdewsî, Çarîna Omer Xeyam û çapên lawebêjên Hafizê Şîrazî wêne kir.Wêneyên wî di gelek muzexane û pêşangehên cîhanê de hatine nîşandan û di berhevokên navneteweyî de ne.[3] Di sala 2001 de wî muzexaneya xwe li Tehranê vekir, Muzeya Ferşçîyan li Kompleksa Çandî û Dîrokî ya Se'dabad.[4] Di sala 2008an de zêdetirî 70 berhemên Ferşçîyan li wir hatin nîşandan.[5]

 
Muzeya Ferşçiyan li Teheranê
Wênekirina pirtûkan
  • Shamseddin Mohammad Hafez: The Ghazals of Hafiz (inglîzî û farisî). Weşanger Arthur John Arberry, Afshin Sadeghi. Wêneyên Mehmûd Ferşçîyan û Amir Ahmad Falsafi. Gooya 2020. ISBN 978-964761068-1
  • Omar Chayyām: Rubaiyat of Omar Khayyam. Ill. Mahmoud Farshchian; weşanger H. Amir-Khani, M.A. Eslami-Nodooshan und H. Sadeghi (Übersetzer). Tehran, 1999. ISBN 979649213903
  • Firdausi: The Shahnameh (Book of Kings). Epic Poem in Persian. Illustrations Mahmoud Farshchian. Negar Publ. 1993.

Bazirganî biguhêre

Wêneyên bi boyaxê avî, guaj, tabloyên zêtî û akrilîk ên Mehmûd Ferşçîyan li bazirganiya hunerê bi bihayê 20 hezar dolaran heta 475 hezar dolarî ne.[6][7]

Pirtûk biguhêre

  • Mahmoud Farshchian. Paintings.Homai, New York 1991. ISBN 978-0-9631660-1-2
  • Barguzidah-yi asar-i naqqashiy-i Mahmud Farshchiyan. A Selection of the Miniatures by Mahmoud Farshchian. Zarin va Simin books, Teheran, 2006. ISBN 964-5520-95-9
  • Azra Ghandeharion: The Bridge between Popular and Elite. Iran Mahmoud Farshchian's Painting ACLA Conference 2016, Annual Meetings. Havard University, 17. März 2020, abgerufen am 27. April 2022
  • Mahmoud Mohsen Farshchian, Shahnaz Pahlavi, Hashtrudi [Hrsg.]: Paintings and Drawings by Mahmoud Farshchian. Bongahe Tarjomeh Va Nashre Ketab 1976.
  • Zeinab Rajabi, Syyed Abutorab Ahmadpanah: The Explanation of the Frame in Traditional Persian Paintings and Its Innovation in the Artworks of Mahmoud Farshchian, in: Negreth Journal, Vol. 15, Ausgabe 55, November 2020, S. 87–85.

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Mahmoud Farshchian". Iran Chamber Society (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  2. ^ "Mahmoud Farshchian, Master of Persian Miniature" (bi îngilîzî). Iran Gazette. Roja gihiştinê 6 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  3. ^ Young Journalists Club | Latest news of Iran and world (18 îlon 2013). "Farshchian's latest work unveiled as Iranian art work - IN PHOTOS". en (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  4. ^ "Farshchian Museum". Iran Paradise (bi îngilîzî). 13 adar 2021. Roja gihiştinê 6 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  5. ^ "Farshchian adds four new works to his museum". Payvand.com (bi îngilîzî). 17 gulan 2008. Ji orîjînalê di 22 îlon 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 gulan 2022.
  6. ^ "Mahmoud Farshchian". .mutualart.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 gulan 2022.
  7. ^ "MAHMOUD FARSHCHIAN (IRANIAN B. 1930)". Shapiro Auctions (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)