Medet Serhat

Siyasetmedarê kurd

Medet Serhat (z. 1943, Îdir - m. 12ê çiriya paşîn a 1994ê, Stembol) parêzer, siyasetmedarekî kurd bû. Ji aliyê hêzên dewletê ve li ber derê mala wî, hat kuştin.

Medet Serhat
Jidayikbûn1943 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin12 kanûna pêşîn 1994 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Stembol Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêMêrkujî
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zanîngeha Stembolê Fakulteya Hiqûqê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ji parêzgeha Îdirê ye. Li zanîngeha Stembolê perwerdeya dadê dîtiye. Sala 959ê bi sedemê kurdperweriyê tê girtin û 13 mehan di zîndanê de dimîne. Sala 1963yê, ji ber ku di kovara Dengê de pesnê kurdewariyê daye, tê darizandin. Sala 1965ê jî bi bahaneya komeleyeke kurdperwer vekiriye 1 sal û 4 meh ceza lê tê birrîn.

Sala 1997ê li welatên pakta Warşawê, li piştgiriya bo kurdan digere, lê tiştekê bidest naxe. Sala 1978ê dibe nûnerê komeleya bi navê Îttîhadî Watanî Kurdistan ê Stembolê. Demekê di nava CHPê, demekê jî di TKPê de dixebite.

27ê kanûna paşîn a 1981ê tê binçavkirin lê wî dîsa berdidin. Do darizandinên endamên PKKê de parêzeriyê dike. Li ser navê komeleya aşitiyê tê girtin heya 1983'yê di zîndanê de dimîne. Sala 1990'ê weqfekê bo daxwazên kurdan ava dike.

12ê çiriya paşîn a 1994ê ji aliyê hêzên çekdar ên dewletê ve, li ber deriyê mala xwê tê gulebarankirin, jiyana xwe jidest dide.

Çavkanî biguhêre