Margîse, bûkelemûn
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Reptilia
Kom: Squamata
Binekom: Iguania
Famîle: Chamaeleonidae
Cinsên margîseyan

Bradypodion
Calumma
Chamaeleo
Furcifer
Kinyongia
Nadzikambia
Brookesia
Rieppeleon
Rhampholeon

Margîse, bûkelemûn, pîrika melekdas an (bi soranî) têrtêre (Chamaeleonidae), famîleyek qirtîşan e. Margîse weke gelek zindiyên li xwezayê li gorî hawirdorê reng diguherîne. Ev reng guherîna wan bûyereke estetîk e û mirov matmayî dihêle. Li cihên ku lê dijîn bi guherîna rengan xwe hem ji dijminên xwe diparêzin û hem jî bi vî rengî bi hêsanî nêçîra xwe digirin.

Belavbûn û jîngeh biguhêre

 
Derdorî 30 cureyên margîseyan ji cinsê Brookesia biçûk in, pir caran bi rengê qehweyî xuya dike û ser erdê dijîn.

Margîse li hinek welatên Afrîka, Asya û Ewropayê dijî, lê hinek cins û cureyan li Amerkaya Bakur û li giravên Hawayê tên dîtin. Margîse pir bi giranî tevdigerin, li ser çilo û daran dijîn, lê hinek margîseyan li ser erdê jî dijîin.

Şayes biguhêre

 
Margîseyê Madgaskarê yê dêw
 
Margîseyê bikumik yê esûsk

Gelek guherînan di mezinahî û pêkhatiya margîseyan çêdibin. Dirêjiya nêrê Brookesia micra nêzî 15 mm û dirêjiya Furcifer oustaleti nêzî 65.5 cm.[1][2]. Çend cureyên margîseyan bi dîmorfîka zayendî tên nasîn , ku nêr ne dirûvê mêyan e.

Çend mezinahiyên nimûneyî ne ji cureyên margîseyan ku wekî dilberîkan tên kedî kirin:

Navê zanistî Navê nas Dirêjî (nêr) Dirêjî (mê) Reng Temen (bi salan)
Chamaeleo calyptratus Margîseyê rûveşartî (?) 14–24 in 10–13 in Kesk û rengên vekirî derdorî 5
Trioceros jacksonii Margîse yê Jakson 9–13 in 10–13 in Kesk û rengên vekirî 5–10
Furcifer pardalis Margîseyê pars 15–21 in 9–13 in Rengên tarîtir derdorî 5 (2–3 ji mêyên nûbuyî)
Rieppeleon brevicaudatus Margîseyê esûsk yê birî 2–3 in 2–3 in Qehweyî, bêj, kesk about 3–5
Rhampholeon spectrum margîseyê esûsk yê reşeyî 3–4 in 2–4 in Esmer û gewr 3-5
Rhampholeon temporalis 2.5–4.0 in 2.0–3.5 in Gewr û qehweyî 5-11

Pêyên margîseyan gelek hatine guncandin ku ser daran bilebite, lê di hinek cureyên din wekî Chamaeleo namaquensis ku hobûye ser erdê bilebite tevî lebata ser daran jî. Ji ber ku pir bi giranî tev digerin nikarin ji dijminê xwe birevin, lê ji bo vê kêmasiya xwe ji holê rakin taybetiyek wan pir baş heye. Ev taybetî jî guherîna rengan e.

Guherîna rengan biguhêre

Mekanîzmeya guherîna rengan biguhêre

 
Marîgeseyê Namaqwayê di diyar kirina herrêşeyê, ku rngê wî reş dibe.

Lê baweriyek heye ku margîse li ser kîjan cihî be ji bo hevsengiyekê pê re çêbike reng diguherîne şaş e.

Li gorî baweriya heyî guherîna rengan bi tevahî ne di bin kontrola wan de ye. Yanî kengî bixwazin dikarin xwe bixin her şeklê rengî ne rast e.

Margîse guherîna reng bi saya germ û ronahiyê bi pîgmentên rengan diguherîne. Di çermê margîseyê de pîgmentên hucreyên cuda hene. Ev hucre li gorî germahî, ronahî û kîmyasalên di bedenê de li gorî guherînan mezin dibe an jî biçûk dibe. Mînak madeyên rengên zer dema mezin dibin tîrêjên rojê ku dikeve ser bedena wê û margîse di rengê zer de xuya dike. Di nava rojê de li gorî tîrêjên rojê rengê wê tê guhartin. Guherîna rengan mekanîzmaya herî ewlekar a margîseyê ye. Ev taybetiyên wê ji aliyê sîstema sînîrê ve tê kontrolkirin.[3]

Çend sedemên reng guherînê biguhêre

 
Ev margîseyê nas (Chamaeleo chamaeleon) rengê xwe reş dibe

Ji bo germahiya bedena xwe eyar bikin reng diguherînin. Hemû ajalên(heywan) marîjok ji ber xwînsar in, germahiya bedena wan girêdayî derve ye. Rengên tarî germahiyê bêtir dikişîne û ji bo germahiya bedena xwe zêde bikin rengê çermê wan tarî dibe.

Li gorî tevgerê jî guherîna reng mimkûn e. Bi taybetî dema rastî margîseyeke din tên, ji bo herêma xwe biparêzin, raqîbê xwe an jî dijminê xwe bitirsînin di çermê xwe de noqte an jî xêzan çêdikin û bi vî rengî reng diguherînin.

Di dema tirs, êrîş an jî parastinê de margîse heta jê tê devê xwe vedike û kezeba xwe bi hewayê tijî dike û xwe mezin nîşan dide.

Her wiha ji bo margîse li hemberî hev cîlweyan bikin, li ser hemcinsê xwe bandorê bike reng diguherîne û bi zimanê xwe têkiliyê datîne, bi rengên ku bandorê dike hestên xwe vedibêje.

Margîse bi vê taybetiya xwe ya guherînê ji geşedanên teknolojîk re jî bûye mînak. Heta fabrîkayeke alman a caman ji vê taybetiya margîseyan camên ku reng diguherîne çêkirine.

Reftar biguhêre

Hêlên xurt ên qels temam dike biguhêre

Hêlên qels ên margîseyê bi taybetiyên xurt ji holê hatiye rakirin. Mesela çavên wê… Qapaxa çavên wê pir stûr e û dema çavên xwe digire di nava wê de valahiyek dimîne. Çavên xwe bêyî hev her çavek bi serê xwe dikare hereket bike. Ev yek jî taybetiyeke margîseyan e. Ji çavên wan tu kitekit nareve; yek dema li pêş dinihêre, yê din dikare paşiya xwe kontrol bike.

Reftara parêziyê biguhêre

 
Pêkhatiya zimên

Margîse nêçîra xwe ji mêş û mûr bi zimanê xwe ku wekî tîrekê davêje digere. Di serê zimanê wê de hicameke (vantuz) taybet heye. Dema zimanê xwe diavêje, bi nêçîrê ve dizeliqe û dikêşe devê xwe, mirov bi çavên xwe nikare bibîne. Ev hemû di demeke pir kin de pêk tê.

Pirbûn biguhêre

Margîse bi hêkan pir dibe.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Glaw, Frank; =Vences, Miguel (1994). A Field Guide to Amphibians and Reptiles of Madagascar 2nd edition. Köln: M. Vences & F. Glaw Verlags GbR. ISBN 3-929449-01-3.{{cite book}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  2. ^ Longbottom, Wil. "Discovered: The mini-meleon that is one of the smallest reptiles on the planet". Daily Mail.
  3. ^ geographic, national. "chameleon camouflage". Ji orîjînalê di 20 tebax 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 çiriya pêşîn 2011.

Girêdanên derve biguhêre