Manav navê berekê li Anatoliya dijîn e.

Bi taybetî li Bolu, Bursa, Balıkesir, Çanakkale, Kocaeli, Sakarya, Eskişehir, Bilecik, Manisa, İzmir, Antalya, Konya û Mersin a Tirkiyê dijîn. Ji ber ku li Tirkiyê binavkirinên din qedexe bûn û ji xeynî Tirkan hebûna ti berekê nedihate pejirandin, hejmara Manavan jî baş nayê zanîn. Dûgela Tirk hêj jî bi navê Manav nasnameyekê qebûl nake û heya bigire ji wan re dibêje "Tirkên berê hatî".

Gorî hin ronakbîrên Manavan ew bi eslê xwe Anatoliyayî ne û bi teybetî jî Grek in. Di bin bandora çanda Balkanî de mane û di dema Osmaniyan de bi darê zorê hatine Îslamîzekirin. Wekî Alban, Boşnak, Misilmanên Bûlxar û Yewnan hwd. Herwisa ronakbîrên Manavan nêzûkbûna çanda xwe, dab û nêrîtên xwe bi Yewnanan re tînin ziman û bi kurtî dibêjin "Em ne Tirk in lê bûne Tirk".

Hin ronakbîrên Tirk jî eslê wan bi Hîtîtan ve girêdidin. Îro pirr kêm be jî peyvên ji zimanê Manav mane dijîn. Manav çanda xwe diparêzin.