Mahsum Korkmaz

Yekemîn fermandarê PKK'ê

Mahsum Korkmaz (bernavk Egîd) (z. 1956 li Farqînê − m. 28'ê adarê 1986 li çiyayê Gabarê, Şirnex), endamê Komîteya Navendî yê PKK'ê û fermandarê yekemîn ê HRKê bû.

Mahsum Korkmaz
Mahsum Korkmaz (Egîd)
Navê rastî
Mahsum korkmaz
Jidayikbûn1956
Mirin28ê adara 1986an
Şirnex, Çiyayê gabar
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
PîşeFermandarê (HRK) PKKê
Salên çalak1976–1986
biguhêreBelge

Di sala 1986ê de Fermandarê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK)ê Mahsum Korkmaz (Egîd) li çiyayê Gabarê şehîd ket.

Ji fermandarên gerîlla yên navdar ên PKKê Mahsun Korkmaz ango bi navê xwe yê tê naskirin Egît, li navçeya Amed Farqînê ji dayik bû. Di temenê xwe yê biçûk de koçî Batmanê kir. Li Batmanê di salên lîseyê de bi rêya Mazlûm Dogan, di sala 1976an de tevgera apociyan nas kir. Li herêma Libnanê di nava kadroyên navendî yên PKKê de cîh girt. Mehsum Kormaz, mohra xwe li tevgera 15 tebaxa 1984an ya PKKê da. Ew di heman demê de fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistan HRKê bû û fermandarê manewî yê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan ARGKyê û Hêzên Parastina Gel HPGyê ye.

Di sala 1986an de akademiya PKKyê wekî "Akademiya Mahsum Korkmaz" hat binavkirin.

Çavkanî biguhêre