Madhat Kakeî (jdb. 1954, Kerkûk) wênesazekî kurd ê Germiyan e. Di sala 1954an de li Kerkûkê ji dayîk bûye. Li Bexdayê xwendina xwe ya zanîngehê li ser Hunerên Ciwan biriye serî (1970-1976).

Madhat Kakeî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiber sûc û tawanên dagîrkeriya beesî, bêgav maye ku ji Kurdistanê dûr bikeve. Li destpêka salên 80‘yî hatiye li Swêdê bi cî bûye. Li nîvê salên 70‘yî, ta destpêka salên 80‘yî, dest bi xwendinek liser Hunerên Ciwan a li zanîngeha Madrîd‘ê kiriye. Piştî vê xwendinê, heyamek dirêj û bi tundî (kesîfî) karê hunermendiya wênekêşiyê kiriye. Di vî warî de bi serketiye. Ji lew re, wî hunera xwe li nîvê dunyayê gerandiye û bi vî awayî pêşkêşî gelê cîhanê civata hunermendî kiriye. Madhat Kakeî di warê hunera wênekêşiyê de bûye navek navneteweyî.

Madhat Kakeî tabloyên xwe li mişe paytextên mezin ên cîhanê raxistine. Pêşangehên wî li Tokyo, Madrîd, Parîs, New York, Kopenhag û li Stockholm‘ê li galeriyên bi nav û deng hatine raxistinê. Berhemên wî, li Stockholmê li du galeriyên pir bi nav û deng û xwedî prestîj, wek galeriya Aronovitj û Liljevalls‘ê hatine raxistinê. Madhat Kakeî neha xwediyê 4 atêlyeyên li Tokyo, Parîs, Stockholm û li Silêmani‘yê ne. Vê payizê (2005) jî ewê li New York‘ê pêşangehek amade bike. Sala 2006‘ê jî, li Svenska Konstakademin pêşangeha teybetî ya Madhat Kakeî amade dibe.

Rexnegîrên Hunerê, yên navdar, rexneyên ciwan liser hunera Madhat Kakeî kirine. Çend ji van rexnegîran: Ichi Hariu (japon), Antonio Guijarro (spanî), Erik Steffensen (danmarkî), û yên herî dawî, ne kêmtir ji Olle Granath (serkarê Muzexaneya Hevdem / Moderna Muséet) û Mats B, yek ji rexnegîrên herî navdar ê swêdî ye.

Girêdanên derve biguhêre