Mêmfis an Memphis (bi yewnaniya kevn: Μέμφις, lat. Mémphis; Şablon:Bi-egy) li Misirê kevnare bajarek bû. Mêmfis li cihê ku çemê Nîlê dest bi dabeşbûnê dike ye.[1] Cihê kevneşopî bawer dikir ku bibe mala Ptah, xwedayê afirîner di dînê Misrê de.[1] Bi kevneşopî, fîrewnên Misirê kevnar li Mêmfisê bûne fîrewn, û Mêmfis paytexta Misrê bû.[2] Mêmfis heya serdema Ptolemaîos I Soter paytext bû. (Ptolemaîos Îskenderiye kir paytexta Misrê.)[2] Xirbeyên Mêmfis bi qasî 16 kîlometreyan li başûrê Qahîreyê ne.[3] (Ji navenda Qahîreyê 24 kîlometreyan e.)[1]

Mêmfis
Μέμφις
ⲙⲉⲙϥⲓ
منف
Mêmfis li ser nexşeya Misir nîşan dide
Mêmfis
Mêmfis
Mêmfis (Misir)
Kargêrî
Welat Misir Misir
Dûgel Misir
Erdnîgarî
Koordînat 29°51′15″Bk 31°15′34″Rh / 29.85412°Bk 31.25934°Rh / 29.85412; 31.25934

Mêmfis di serdema Keyaniya Kevn de paytexta Misrê bû ku dûv re yek ji bajarên herî girîng ê Rojhilata Nêzîk bû.[1] Di dema Keyaniya Nû de, li Misirê du paytext hebûn: Mêmfis (paytexta bakur) li Misra Jêrîn û Thebes (paytexta başûr) li Misra Jorîn. Li Thebes di dema Keyaniya Nû de, xwedayê Amun dihat perestin û ji Ptah girîngtir bû, lê li Mêmfisê, Ptah xwedayê herî mezin ma.[1] Fîrewnên Misirê kevnar li Mêmfisê bûne fîrewn. Keşîşên xwedayê Misirî Ptah berpirsiyarê vê merasîmê bûn. Merasîm li Perestgeha Ptah a li Mêmfisê qewimî. Ptolemaîos V Epiphanes bi merasîmek li Mêmfisê dest bi serdestiya xwe wekî fîrewn kir. Ev adeta Misrê ya kevnar bû. Ptolemaîos V şahê yekem ê serdema Helenîstîk e ku em dizanin ev adet şopandiye, lê dibe ku ew ne yê yekem be.[2]

Di eslê xwe de, navê bajêr Ineb-hedj bû. Wateya vê "dîwarên spî" an "kela spî" ye. Navê dibe ku dîwarên wê yên biriqok binav dike. Mêmfis paytexta Keyaniya Kevn a Misrê bû (~2575–2130 b.z.).[3] Piştra bajêr navê Mêmfis, ji "Men-nefer" girt. "Men-nefer" navê bajarê pîramîd bû ku ji hêla Fîrewn Pepi I ve hatibû çêkirin (~2321–2287 bz). Navê dibe ku di zimanê Misirê kevnar de wateya "sazkirî û bedew" e.[3] Wekî din, dibe ku navê bajêr ji navên Menes (? – ~3100 b.z.), fîrewnê Xanedaniya Yekem a Misrê, hatibe. Menes fîrewnek efsanewî bû, ku qaşo bajar ava kir û keyaniyên Misir Jorîn û Misir Jêrîn bû yek. Li ser ka Menes hebû nîqaş heye; ew dibe ku eynî kes fîrewn Narmer be, ku hebûna wî ji hêla arkeologan ve bêtir tê pejirandin.[3]

Ji bilî Perestgeha Ptah, perestiyek xwedayê Apis hebû, ku li Mêmfisê bi xwedayê Osiris re têkildar bû. (Dûv re, ev perestiya Apis bandor li ser ola Helenîsîk a Serapis kir.) Di heman demê de li Mêmfisê gelek oldarên xwedayên ajalan ên Misirî jî hebûn. Gelek hecî hatin li wir îbadet bikin. Her weha gelek geştyar jî geriyan ku nekropola ku tê de heywan hatine mumîkirin bibînin. Gelek papirûyên di zimanên yewnaniya kevn û Misirî Demotik de li wir hatine dîtin. Piştî hilweşîna xanedana Ptolemaîk, Mêmfis heta ku Misilman Misir dagir kir bajarek Romê bû. Ji bo vê heyamê delîlên arkeolojîk kêm in, lê Mêmfis wê demê ji bo leşkerên artêşa Romê wargeh bû.[2]

Nivîskarên yewnani kevnar Herodotos, Strabon û Diodoros Sikeliotes vegotinên berfireh ên li ser bajêr dinivîsin.[4] Navê bajêr Şablon:Bi-hbo an Şablon:Bi-hbo e, û bi erebî: مَنْف‎, lat. Manf.[4] Iroj, cîhê Mêmfis ji hêla gundên Saqqara û Mit Rahina ve tê niştecîh kirin.[2] Gundên Aziziya, Ezbet Gabri, Bedrashein, û Shinbab jî li heman cîh. Di demên nûjen de warê niştecîhî ji deh yekê mezinbûna bajarê kevnare ye. Di demên kevnar de, Saqqara nekropola Mêmfis û goristana fîrewnan bû.[4]

Piraniya fîrewnên Xanedaniya Hîjdehemîn avahiyên nû li Perestgeha Mezin zêde kirin. Thutmosis I, Thutmosis IV, û Amenhotep III hemî li wir avahiyên nû ava kirin.[1] Akhenaton (kurê Amenhotep III) ji bo îbadeta xwedayê Aton perestgehek nû ava kir.[1] Mêmfis ji ber girîngiya xwe ya erdnigarî girîngiya xwe tu carî winda nekir. Îskenderê Mezin dema ku plan kir ku paytexta nû (Îskenderiye) ava bike li Mêmfisê bû.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c d e f g h Darvill, Timothy (2009). "Memphis". The Concise Oxford Dictionary of Archaeology (bi îngilîzî). Oxford University Press. doi:10.1093/acref/9780199534043.001.0001/acref-9780199534043-e-2492. ISBN 978-0-19-953404-3.
  2. ^ a b c d e Thompson, Dorothy J. (2012). "Memphis". Bi Hornblower, Simon; Spawforth, Antony; Eidinow, Esther (edîtor). The Oxford Classical Dictionary (bi îngilîzî) (Çapa 4). Oxford University Press. doi:10.1093/acref/9780199545568.001.0001/acref-9780199545568-e-4087. ISBN 978-0-19-954556-8.
  3. ^ a b c d Everett-Heath, John (2020). "Memphis". Concise Oxford Dictionary of World Place Names (bi îngilîzî) (Çapa 6). Oxford University Press. doi:10.1093/acref/9780191905636.001.0001/acref-9780191905636-e-4690. ISBN 978-0-19-190563-6.
  4. ^ a b c Jeffreys, David G. (2005) [2001]. "Memphis". Bi Redford, Donald B. (edîtor). The Oxford Encyclopedia of Ancient Egypt (bi îngilîzî). Oxford University Press. doi:10.1093/acref/9780195102345.001.0001/acref-9780195102345-e-0443. ISBN 978-0-19-510234-5.