Mêşhingivên karker di nav kewarê de mêşhingivên herî zêde û çalak in. Di be ku hejmara mêşên karker ên di kewarê de ji 7-8 hezaran zêdetir be. Mêşhingiva karker bi zayenda mê ne, lê hêkdanka wan ne çalak e, ango karker stewr (nezayok) in. Di kewarê de tenê şaheng dikare hêk bike.

Mêşhingiva karker tozkulîlk tov kiriye.

Kar û barên mêşhingiva karker biguhêre

  • Hingiv û şane çêdike.
  • Ji kulîlkan tozkulîlk û nektar(şîre) berhev dike.
  • Kurmikên mêşan xwedî dike.
  • Ji bo kurmikê wê bibe şaheng şîrmêş çêdike
  • Ji bo şaheng û kurmikan av dikişîne kewarê.
  • Paqijiya kewarê dike.
  • Derziya karker heye, ji bo parastina xwe û kewarê bi kar tîne.
  • Dema kewar pir germ dibe, li ber derî ye kewarê perên xwe ba dide û kewarê hênik dike.
  • Ji hekê 21 rojan de derdikeve.
  • Temenê wî navbera 40 û 60 roj e.

Mêşhingiv û pêvedan biguhêre

Mêşhingivên karker bi derzî û jehr in. Derziya pîroxan (mêşhingiva nêr) tune, şaheng jî ji kewarê dernakeve û derzîya wê jî kin e. Kengê ku li karker an jî li kewarê gef hate xwarin, êrîş dikin û pêve didin. Dema derzî çerm veda û ket hundirê laş, êdî dernakeve. Piştî vedandinê, mêşhingiv difire û diçe, lê derzî, kîsikê jehrê û hûr û rûviyên wê li paş wê dimîne. Ji ber ko kîsike jehrê hê jî jehrê diherikîne nav laş, divê zûtir were derxistin. Mêşhingiva bêderzî û rûvîderketî, di demeke nêz de wê bimire. Loma gava gefên giran lê nebe êrîşê tu kesî nakin. Jehra mêşan ji bo hin kesan dibe sedema alerjîya giran. Lê bi piraniya însanan ve, tu pirsgirêkên girîng dernakeve û cihê vedayî 2-3 rojan werimî dimîne û birînek piçûçik çêdibe.

Çavkanî biguhêre