Endam (biyolojî)

(Ji Lebat hat beralîkirin)

Di jînewerzanist anko biyolojiyê da, endam (an jî lebat) komek ji şaneyan in ko ji bi hezaran anko milyonan xaneyan pêkhatine û erk anko komek ji erkan anko funksyonan bicihdikin. Di her endamekî da hindek şaneyên serekî û hindek şaneyên neserekî hene. Ji bo mînak di dilî da dilemasûlke anko miyokardiyûm şaneyeka serekî ye û xwînborî û demar şaneyên neserekî ne. Carina komên çend endaman ko erkên wan ji hev nêz in koendamekê pêk tînin. Mirov û hin ajal xwedî endamên mîna; dil, kezeb, pişik, çav, gurçik, guh, dev, poz û hwd ne.

Endamên Lawiran biguhêre

Di laşê lawiran da (ji wan mirov jî) gelek endam hene. Hindek ji endamên giring ev in: dil, sih, çav, aşik, gurçik, cerg, rûvî û pîst,...

Ji endamên hundirîn yên laşê lawiran ra hinav dibêjin.

Endamên Giyayan biguhêre

Endamên giyayan dabêşî du beşan dibin: endamên hişînbûnê û endamên zaûzêyê.