Leşciwanî (leşxurtkirin, bedenxurtkirin), cureyekî pêşbaziya werzişê ye. Armanca vê werzişê ew e ku meriv bedena xwe xurt û ciwan bike, bejna xwe bi awayekî estetîk bike û pêşan bide. Di qehremaniya leşciwaniyê de pêşbir bi alîkariya masûlkeyên xwe çend poz dide wek rakişandina masûlkeyên duser û sêserên mil (bîzeps û trîzeps) û lemlateyên teniştê û pozdayîna masûlkeyên gişt û hwd.

Bedenxurtkirin di sala 1894an de.
Dexter Jackson, qehremanê leşciwaniyê ya sala 2008an di yariya IFBB (Yeketiya Navneteweyî ya Leşciwaniyê) ya Awistralyayê de.

Leşciwaniya li Kurdistanê biguhêre

Qehremaniya leşciwaniyê ya pêşîn a Îraqê û Kurdistanê di 18ê nîsana 2009an de bi beşdariya 160 yarîkeran ji 31 yaneyan li Dihokê hate rêxistin. Di vê qehremaniyê de pênc yaneyan ji Kurdistanê beşdarî kiribû: “Sêmêl” ji Dihokê, “Hewlêr” ji Hewlêrê, û sê yane ji Kerkûkê.

Yeketiya Leşciwaniyê ya Kurdistanê heye û serokê wê Borhan Elî Cume ye.

Yarîkerên leşciwaniyê ji yaneya Pîrs a Dihokê (2007) biguhêre

Pêşbazên leşciwaniyê yên bi nav û deng biguhêre

Çend pêşbazên bi nav û deng ên ku di asta bilind a leşciwaniyê de beşdariya qehremanî û pêşbaziyên navneteweyî dikirin ew in:

Çavkanî biguhêre

  • Rojnameya Evro, 187, 191 û 192 (2007).
  • Rojnameya Evro Sport, 61 (2009), Dihok.
  • Wîkîpediya bi zimanê îngilîzî (03.01.2010).