Lûsemasûlke an jî masûlkeya lûs (bi înglîzî: smooth muscle) yek ji sê corên masûlkeyan e.

Lûsemasûlke ji xaneyên şeweyê teşiyî pêk tê, navenda xaneyê stûr e, herdu serikên xaneyê tûj e

Xaneyên lûsemasûlkeyê hêldar nîn in. Ango di bin mîkroskobê de deziyên masûlkerîşalan wekî beşên ronî û tarî xuya nabin, loma navê lûsemasûlke lê kirine[1]. Rengê lûsemasûlkeyan bi qasî yên peykeremasûlkeyan sor nîn e. Lûsemasûlke ji xaneyên şeweyê teşiyî pêk tê, navenda xaneyê stûr e, herdu serikên xaneyê tûj e[2]. Her xaneyek de yek navik heye, navik di navenda xaneyê de cih digire[3]. Lûsemasûlke masûlkeya xwênewîst e. Ango ne li gor xwestaka mirov, lê li gor ragihandinên demarekoendama xweyî tê kontrolkirin[4]. Xaneyên lûsemasûlke jî ji rîşalan pêk tê, loma xaneyên wê jî wekî masûlkerîşal tên navkirin. Masûlkerîşalên lûsemasûlkeyê ji rîşalên hûrik pêk tên. Tîreya rîşlên lûsemasûleyan bi qasê 1 heta 5 mîkrometre, dirêjiya wan jî bi qasî 20 heta 500 mîkrometre ye[5]. Xaneyên lûsemasûlkeyê jî deziyên aktîn û miyozînê li xwe digirin, lê rêzbûna deziyan ne mîna yên peykeremasûlkeyê ne. Leza girjbûn û xavbûna lûsemasûlkeyan ji ya peykeremasûlkeyan hêdîtir e[6]. Ji ber ko ji xeynî dil, hema hemû endamên hinavê lûsemasûlke li xwe digirin, hin caran lûsemasûlke wekî masûlkeyê hinav (bi înglîzî: viceral muscle) jî tê navkirin[7]. Pirraniya endamên laş lûsemasûlke li xwe digirin.

Lûsemasûlkeyên li dîwarên lûleyên xwînê, bi girjbûn û xavbûnê tîreya lûleyê diguherînîn, bi vî awayê pestoya xwînê jî diguhere.

Hinek beşen laş ko lûsemasûlke li xwe digirin[8];

Erkên lûsemasûlkeyê biguhêre

Di koendama dilelûleyê de erkên lûsemasûlekeyê,

Lûsemasûlkeyên li ser dîwarên lûlêyên xwînê, pesto û herrika xwîna endam û beşên laş rêk dixe.

Di koendama henaseyê de erkên lûsemasûlekeyê,

Girjbûn û xavbûna lûsemasûlkeyên coga henaseyê, tîreya coga henaseyê diguherînin, bi vî awayê herrika hewaya henasegirtin û henasedayînê rêk dixin.

Di koendama herisê de erkên lûsemasûlekeyê,

 
Xurek ji gewriyê heta gedeyê bi girjbûna lûsemasûlkeyên soriçikê tên guheztin.

Lûse masûlkeyên coga herisê bi girjbûn û xavbûnê, xurekemadeyan ji gewriyê heta tortorikê diguhêzînin. Enzîmên herisê û xurekan li nav hev dixin. Derfet didin ji bo mijîna xurekên herisbûyî. Di hêla guşeran (bi înglîzî: sphincters) de lûse masûlke bi guvaştinê, guşerên gedeyê digire bi vî awayê xurek ji bo demek dirêj di nav gedeyê de dimînin, ev rewş firsend dide bo herisa mekenîk û ya kîmyayî ya xurekan. Her wisa xurekên neherisbûyî jî di tortorîkê de tên embarkirin. Li kotahiya tortarîkê de kom (pind) heyê, guşerên komê dema derketina destavê tên vekirin lê di demen din de ji bo embarkirina pîsayî guşerên ji lûsemasûlke girtî ne.

Di koendama mîzê de erkên lûsemasûlekeyê,

Di gurçikan de lûsemasûlkeyên dîwarên lûleyên xwînê, herrika xwîna nav gurçikê û parzûnkirina di glomerulusê de rêk dixe. Lûsemasûlkeyên borrîmîzan, mîza nav gurçikan ber bi mizdankê pal didin. Herwisa lûsemasûlkeyên mîzdankê jî mîzê bi navbeynkariya rêya mîzê (mîzerê) ber bi derveyê laş davêje.

Di koendama zawzê de erkên lûsemasûlekeyê,

Di laşê nêran de guhêztin û derdana sperm û rijênan. Di laşê mêyan de arastekirina spermên wergirtî bi ber bi coga hêkê . Ji hêkdankê heta malzarokê guheztina hêkê. Dema ji dayikbûnê, ji malzarokê paldana dergûşê.

Corên lûsemasûlkeyan biguhêre

 
Lûsemasûlkeya praniya endaman, ji lûsemasûlkeya tek yekeyî pêk tê.

Du corên sereke yên lûsemasûlkeyan heye;

lûsemasûlkeyên tek yekeyî û lûsemasûlkeyên fire yekeyî

Lûsemasûlkeya tek yekeyî biguhêre

Coga herisê,coga henaseyê, mîzdank, malzarok, borrîmîz, lûleyên xwînê, coga zeravê hvd lûsemasûlkeyê tek yekeyî (bi înglîzî: single unit smooth muscle) li xwe digirin[9]. Bi sedan hezar xaneyên lûsemasûlkeyê gişt bi hev re wekî mîna yek xaneyêk girj dibin û xav dibin[5]. Lûsemasûlkeyên tek yekeyî bi şêweyê koma gurzan an jî wekî berg di endaman de cih digirin. Xaneyên lûsemasûlkeyê tek yekeyî bi girêdanên navber (bi înglîzî: gap junctions) bi hev re di nav têkiliyê de ne. Ango parzûna xaneyên lûsemasûleyên tek yekeyî bi girêdanên navber li gelek beşan de bi hev re girêdayî ne. Erkê kar bi navbeynkariya girêdanên navber ji xaneyek derbasî xaneyên din dibe. Loma lûsemasûlkeyên van endaman bi awayekî hemahengî girj dibin, bi vî awayê hemû xaneyên masûlkeyê bi carekî ve, wekî tek yekeyek girj dibin[8]. Wekî mînak; di xaneyên lûsemasûlkeyê mîzdankê de, di hemû xaneyan de erkê kar di heman demê de rû dide. Her çiqas ji bo her xaneyek rîşalên demar tune be jî, demareragîhandina ji yek demarê dikare bi navbeynkariya girêdanên navber belavê hemû xaneyan bibe. Hemû xane bi hemahengî girj dibin, qebareya mîzdankê kêm dibe, pestoya mîza nav mîzdankê zêde dibe. Mirov bi mîzkirinê mîzdankê vala dikê û pestoya wê kêm dike.

Lûsemasûlkeyên fire yekeyî biguhêre

Xaneyên vê cora lûsemasûlkeyê jî hev cuda ne, ango bi girêdanên navber bi hev re girêdayî nîn in. Her xaneyek dikare bi awayekî serbixwe bixebite. Bi gelemperî her masûlkexaneyêk wekî mîna masûlkerîşalên peykeremasûlkeyê, bi kotahiya demarekî ve gîrêdayî ye[5]. Rûyê derve yên xaneyên lûsemasûlkeyên fire yekeyî bi perdeyek tenik dapoşrav e. Perde dişibe perdeya binyat (bi înglîzî: basement membrane) û ji kolojen û glîkoproteînan pêk tê. Xane bi hebûna perdeyê ji hev cûda dimînin û erkê kar ji xaneyek nikare derbasî yeka din bibe. Taybetmendiya herî girîng ji bo xaneyên lûsemasûlkeya fire yekeyî ev e ko girjbûn û xavbûna her xaneyek ne li gor çalakiya xaneyên din, lê bi awayekê serbixwe rû dide û çalakiya wan tenê ji aliyê demareragihandinan ve tê rekxistin. Kûlkemasûlkeyên çavê, masûlkeyên rengîneya çavê, herwîsa di çerm de masûlkeyên repker ên mûyê mînak in ji bo lûsemasûlkeyên fire yekeyî.

Pêkhate û girjbûna xaneya lûsemasûlkeyê biguhêre

Xaneya lûsemasûlke, deziyên barîk û stûr li xwe digire. Her wisa proteînên aktîn û miyozîn jî di pêkhateya lûsemasûlkeyê de cih digirin. Pêkhateya van herdu proteînan dişibin proteînên aktîn û miyozîna peykeremasûlkeyê. Li deziyê barîk de aktîn û tropomiyozîn heye lê troponîn tune, loma pêvajoya girjbûna xaneyên lûsemasûlkeyê ji ya peykeremasûlkeyê cuda ye. Di xaneyên lûsemasûlkeyê de sarkomer tune deziyên aktînê ne bi hêla Z lê bi tenên çîr (bi înglîzî: dense bodies) ve girêdayî ne[4]. Tenên çîr wekî mîna hêlên Z yên peykeremasûlke û dilemasûlkeyê kar dikin û bi sarkolemayê ve girêdayî ne. Tenên çîr li ser xêzek de rezbûyî nîn in, loma dema girjbûnê, xaneya masûlkeyê bi şêweyê lûlpêç ba dibe û kin dibe[8].

Deziyên lûsemasûlkeyê ji yên peykeremasûlkeyê dirêjtir in. %90ê xaneya lûsemasûlkeyê bi dezî û tenên çîr dagirtî ye[10]. Di xaneyên lûsemasûlkeyê de lûlekên T tune[2], qebareya retîkûlûma endoplazmî jî ne bi qasî yên xaneyên peykeremasûlkeyê zêde ye. Loma, ji bo girjbûnê iyonên kalsiyumê li gel retîkûlûma sarkoplazmî, ji şileya derveyê xaneyê jî tê dabînkirin.

 
Tenên çîr li ser xêzek de rezbûyî nîn in, loma dema girjbûnê, xaneya masûlkeyê bi şêweyê lûlpêç ba dibe û kin dibe.

Lûsemasûlke ji peykeremasûlkeyan hêdîtir girj dibin, lê gava girj dibin, bo demek dirêjtir dikarin wekî girjbûyî bimînin[7]. Aktîn û miyozînên lûsemasûleyê hema wekî mîna yên peykeremasûlkeyê kar dikin. Ango aktîn li ser miyozînan dixilîskin. Ji bo girjbûnê, pêdiviya xaneyên lûsemasûlkeyê bi îyonên kalsiyumê û ATPyê heye[5].

Di xaneyên lûsemasûlkeyê de bi navê kalmodulîn (bi înglîzî: calmodulin) proteînek peyamber heye, ev proteîn dişibe troponîna peykeremasûlkeyê. Dema masûlkexane neçalak in, ji derve kalsiyum derbasî nav xaneyan nabe û bi kalmodulînê ve girê nabe, loma masûlkexane di rewşa bêdengiyê de dimîne[2]. Gava masûlkexane ji aliyê demarexane, hormon an jî ji aliyê hêzên din ve tên handerkirin, li parzûna xaneya lûsemasûlkeyê de berevajîbûna cemsergirî (bi înglîzî: depolarization) rû dide û kalsiyum bi navbeynkariya cogên kalsiyumê, ji şileya navbera xaneyan ber bi hundirê xaneyê ve diherike. Herwisa di heman demê de retîkûlûma sarkopazmî jî hinek kalsiyum der dide nav sarkoplazmaya xaneyê. Di xaneya lûsemasûlkeyê de asta berevajîbûna cemsergirî çiqas zêde be, herika kalsiyûmê ya ber bi nav xaneyê jî ewqas zêde dibe, di nav xaneyê de xestiya kalsiyumê çiqas zêde bibe, girjbûna masûlkeyê jî hê bi hêztir dibe[10]. Di nav sarkoplazmayê de zêdebûna kalsiyumê di masûlkexaneyê de rêzeçalakiyan dide destpêkirin.

Zincîra sivik a miyozînê (bi înglîzî: myosin light-chain )navê proteînek taybet e di xaneyên lûsemasûlkeyê de, di nav xaneyê de hebûna zincîra sivik a miyozînê dibe ko bi fosfat ve girêdayî be an jî bi awayekî serbest be. Bi zincîra sivik a miyozînê ve girêdana fosfatan, ji aliyê kalmodulîn ve tê rêkxistin. Girêdana fosfatê wekî fosfatîbûn (bi inglizi: phosphorylation) tê navkirin. Ji bo fosfatîbûnê, li gel kalmodulîn û kalsiyumê, enzîmek jî navbeynkarî dike. Enzîma bi navê kînaza zîncîra sivik a miyozînê (bi înglîzî: light-chain kinase (MLCK) ji aliyê kalsiyum-kalmodulîn ve tê çalakkirin. Enzîma kînaza zîncîra sivik a miyozînê, fosfatîbûnê dide destpêkirin û zincîra sivik a miyozînê bi molekûlên fosfatê ve girê dibin. Bi fosfatê ve girêdana zincîra sivik, ji bo destpêkirina pêvajoya girjbûnê gava yekem a girîng e. Di heman demê de kalmodulîn bi proteîna kaldesmon (bi înglîzî: caldesmon) ve girê dibe, ev pêkhateya nû tropomiyozîna li ser deziyê barîk ji cihê girêdana miyozînê dûr dixe. Ev rewş rê li ber avakirina panî pireyê ve dike. Fosfatîbûna panîpireyên miyozînê rê dide serikê miyozînê ko bi aktînê ve girê bibe. Rêjeya fosfatîbûna zincîrên sivik ên miyozînê hêza girjbûn û maweya girjbûna lûsemasûlkeyê diyar dike[10]. Girjbûna lûsemasûlkeyê li gor peykeremasûlkeyê gelek hêdî rû dide, lê lûsemasûlke zû nawestin û bi gelemperî bo demek dirêj çalak dimînin[11]. Pêdiviya lûsemasûlkeyan a bi enerjiya ATPyê ji ya peykeremasûlkeyan kêmtir e, loma lûsemasûlke bêrawestan û bêwestan dikarin bo demek dirêj çalak bimînin[2].

Ji bo xavbûna lûsemasûlkeyan, cogên kalsiyumê yên li ser parzûna masûlkexaneyan tên girtin, kalsiyuma nav sarkoplazmayê bi navbeynkariya pompeyên kalsiyume ber bi derveyî xaneyê ve tên pompekirin. Bi vî awayê di nav xaneyê de xestiya kalsiyumê kêm dibe, kalmodulîn ji kînaza zîncîra sivik a miyozînê diqete, dawî li çalakiya enzîmê tê. Enzîma fosfataza zincîra sivik a miyozînê (bi înglîzî: myosin light-chain phosphatase ( MLCP )) fosfatên bi miyozînê ve girêdayê, ji miyozînê diqetîne. Dûrxistina fosfatan panîpireyê hildiweşîne, bi vî awayê masûlke xav dibe. Hêza girjbûn û xavbûna hemû lûsemasûlkeyan ne yek e. Di xaneyê de xestî û çalakiya du enzîman; kînaza zincîra sivik a miyozînê û fosfataza zincîra sivik a miyozînê hêz û leza girjbûna lûsemasûlkeyê diyar dikin[10].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  2. ^ a b c d McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  3. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  4. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  5. ^ a b c d Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  6. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  7. ^ a b Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  8. ^ a b c Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  9. ^ Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  10. ^ a b c d Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  11. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.