Kuzey Irak (bixwînin: Kûzey Irak tê wateya "Bakurê Îraqê"), navê ku dewleta tirk (Tirkiye) li Herêma Kurdistanê (başûrê Kurdistanê) kiriye ye.

Ji ber ku navê "kurd" û "Kurdistan"ê di çapemaniya romiyan (tirk) de demekê dirêj qedexe bû û niha jî bi dilxwazî nayê bikaranîn, binavkirina Kuzey Irak bû serdest. Tirk ji Herêma Federal a Kurdistanê re jî "birêveberiya bakurê Îraqê" dibêjin. Gelek caran wekî heqaretê, ji rayedarên birêveberên başûrê Kurdistanê re "serokên pêşmergeyan" an "serokên eşîretê" dibêjin. Herçendî piştî 2009'ê ev hinekê kêm bûbe jî, didome.

Dîsa di dadgehên tirk de, ji dêvla zimanê kurdî, "zimanî nayê zanîn" dihate bikaranîn. Ji ber ku navê zimanê kurdî neyê bikaranîn û nebe fermî, di tomarkirinên dewletê de cih negire, wisa tevdigeriyan. Hin dadgehan binavkirina "zimanê kurdî" bikaranîbe jî, ev qedexe jî hêj didome. Carnan dadgeh bo kurdî "zimanê jê nehat têgihîştin" jî bikartînin.

Pişavtin û înkarkirina kurdan di dema hikûmetên AKPê de kêm bûbe jî, didome û siyaseta klasîk a dewletê ya bo kurdan, neguheriye.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre