Kurd 1, ango Kurd Yek, kanaleke televîzyona satelîtî ya bi zimanê kurdî, serbixwe ye û ji Parîsê weşanê dike. Bernameyên çandî û perwerdeyî belav dike. Piştî salekê di weşana testê de, Kurd 1ê di 27ê nîsana 2009an dest bi weşana xwe ya normal kir.

Kurd 1
Destpêk27ê nîsana 2009an
Dawî31ê kanûna pêşîn a 2012an
Welat Fransa
Zimankurdî
MalperKurd1
Berdestî
Peyik
Hotbird 6
Medyaya bi Streaming
Kurd1Live stream

Ji ber sedemên aborîyê, Kurd 1 di 31ê kanûna pêşîn 2012an de weşana xwe rawestand.

Armanc biguhêre

Bi belavkirina bernameyên agahdarî, çandî û şahiyan, bersiva pêdiviyên kurdên Rojhilata Navîn û kurdên li Ewropayê bide.

Piştgiriya entegrekirina ji milyonekê bêtir kurdên ku li welatên Yekîtiya Ewropayê dijîn bike û hêjajiyên demokratîk ên Ewropayê bi wan bide nasîn.

Bi alîkariya bername û munaqeşeyan, gotûbêj û çandeke pirreng li cem kurdan bi pêş bixe.

Navenda giştî, îmkanên bingehîn ên berhemhênan û belavkirinê yên Kurd 1-ê, li Parîsê ne. Her weha studyoyên wê li başûrê Kurdistanê jî hene û dixwaze bi şîrketên serbixwe yên li Tirkiyê û gelek welatên din ên Ewropayê re jî kar bike.

Temaşevanên Wê biguhêre

Kurd 1 bêyî ku guh bide sînor, cudahiyên polîtîk û mezhebî, taybetmendiyên herêmî û komelayetiyê, dixwaze dengê xwe bigihîne civata kurd a li Rojhilata Navîn û Ewropayê.

Xwe weke motora parastin, pêşxistin û belavkirina ziman û çanda kurdî dizane, bi taybetî jî armanca wê ew e ku xwe bigihîne komên civatê yên herî pir hatine îhmalkirin: Zarok, xort û jin, tebeqeyên nexwende yan jî kêmxwendî, ku ji çand û şahiya bi zimanê xwe bê par hatine hiştin.

Bername biguhêre

Di warê çandî, agahdarî, şahî û şevbêrkan de ji bo bicîhanîna daxwazên girseya herî berfireh ya temaşevanan, Kurd 1 bernameyeke dewlemend û rengîn pêşniyaz dike ku dê tê dê fîlmên kartonî ji bo zarokan, bernameyên ji bo xortan, yên di derbarê paqijiyê de, yên tendurustiyê, yên sporê, yên muzîkê, yên li ser dîrokê, yên dersên zimên û hwd. hebin.

Bi nisbet kanalên heyî, bi pêşniyaza tercîheke berfireh a fîlmên fiksîyonê, bi rêze fîlm û filmên xelekî, bi dokumanterên li ser ajelan, yên dîrokî û jiyana rojane, bi dublaj û têbiniyên bi zimanê kurdî dê nûjenîyekê bi xwe re bîne.

  • Keskesor
  • Dersa Kurdî
  • Şahî û Şadî
  • Kevî
  • Dîmenên Jiyanê
  • Başûr
  • Sînema
  • Dîroka Me
  • Vegotin

Ziman biguhêre

Kanal dê hemî bernameyên xwe bi zimanê kurdî belav bike. Zimanê wê dê hêsan be û dê li ser bingeha axaftina gel a rojane be ku bi awayekî giştî herkes, heta bi kesên nexwende jî karibin jê fam bikin.

Birêveberî biguhêre

Serokê birêveberiya Kurd 1-ê Kendal Nezan e, ku di heman demê de Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye jî. Di nav desteya birêveber de ji xeynî Kurdan, profesyonelên ewropî (Fransî, Ingilîz, Belçîkî, Îtalî) jî hene.

Kurd 1-a ku niha bi sermiyanê taybetî yê kurdî tê fînansekirin, piştgiriya rêxistinên çandî yên serekî yên diyaspora kurdî jî digire û ji alîkariya gellek ronakbîr, hunermend û RNH (Rêxistinên Ne-Hukûmetî) yên Kurdistanê jî îstîfade dike.

Desteya nivîsîn û teknîkê li ser hev dê bi kêmanî ji şêst rojnamevan, birêveber û teknisyenan pêk bê. Beşê mezin ê vê desteyê dê li navenda wê ya giştî, li Parîsê be. Weşana hin bernameyan dê ji Stockholm, Berlin û Kolnê bê kirin.

Dê nûçegîhanên wê yên daîmî li bajarên serekî yên Ewropa, li Emerîka, Rûsya, Kafkasya, Îran, Sûrîye û Libnanê hebin. Her weha dê buroyên wê jî li başûrê Kurdistanê (Hewlêr), li Tirkiyê (Stembol) û li Diyarbekirê hebin.

Serek : Kendal NEZAN

Berpirsiyarên beşan :

  • Berpirsiyarê hunerî : Şivan PERWER
  • Belgeyî û danasîn : Ferhad BIRÛSK
  • Fîlm û dûblaj : Ahmed ZÎREK
  • Dîrok : Mahmûd LEWENDÎ, Celîlê CELÎL, MALMÎSANIJ
  • Dersa Kurdî : Îbrahîm Seydo AYDOGAN
  • Keskesor (ciwan) : Issa HASSAN û Evîn STÊR
  • Sînema : Solîn YÛSIF SABRÎ û Husên NASO
  • Başûr : Samî ERGOŞÎ
  • Diyarbekir : Cemşîd CEMILOGLU
  • Stembol : Rûken BAGDU-KESKIN

Şêwirmend :

  • Michel THOULOUZE
  • Anna TOSCANO
  • Jacky DEGORRE
  • Nick COLLINSON
  • Patrick HOSTE
  • Paule HERADES
  • Fabrice L’HOSPITALIER
  • Daniel LANGER
  • Tai Kiu YUKAWA

Fînansman biguhêre

Kurd1, ku di destpêkê de wê bi sermiyanê taybetî yê kurdên li Ewropayê were fînanse kirin, bi saya piştîvanî, alîkarî û reklaman berebere heta sala pêncan dê karibe xwebixwe li ser piyan raweste.

Kanala serbixwe, Kurd1, ku dê xîtabî girseyeke giring (beşekî mezin ê 40 milyon kurdî) bike, divê bala reklamderên rojavayî, yên ku dixwazin berhemên xwe bi gelê kurd bidin naskirin bikşîne, her weha şîrketên kurd ên avakirin, veguhastin, belavkirin û xizmetê jî bikaribin reklamên xwe bidin. Ji aliyê din ve servîsên entegrasyonê yên welatên Ewrûpî yên ku dixwazin mesajên xwe bighînin koçberên kurd, saziyên neteweyî û yên navneteweyî ku bixwazin mesajên xwe yên di derbarê paqijî, tendurustiya gelêrî û tedbîrên di vî warî de, dê bibin reklamderên potansiyel ên Kurd 1-ê, ku em wan ji niha ve vedixwînin da bazara reklamê ya zimanê kurdî ji destê xwe bernedin.

Hin berhemhêneriyên kanalê (turîzm, dîrok, muzîk) dikarin pir zû ji piştîvaniyê fêdê bibînin.

Reklam û Piştevanî-Web biguhêre

Kurd 1 malpereke înternetê ya seranser bi kurdî ava dike, ku dê li ser wê agahdarî, şayî û bernameyên xwe hemiyan bi hev re belav bike. Sîteya Kurd 1-ê dê hewl bide da ku di warê reklaman de bibe yekem malpera bi zimanê kurdî.

Hatiniyên Din biguhêre

Kanala Kurd 1ê hêvî dike ku dê hatiniyeke bi alîkariya kirîn û firotina bi riya înternetê û daxwaza videoyê jî bidest bixe. Her wiha ji bo pêşketin û berdewamiya karê xwe ew hesabê subvansiyonên Yekîtiya Ewropayê û welatên ku jimareyeke mezin a kurdan dihewînin (Elmanya, Fransa, Swêd û hwd.) jî dike.

Frekansa wê biguhêre

Kurd1 tê ser NILESAT û EUROBIRDê

Televîzyona Kurd 1ê dê ji roja Pêncşemê (21ê tîrmeha 2011an) pê ve li ser satelîtên NileSat û EuroBirdê weşanê bike.

NILESAT 10930 H, SR 27500, FEC ¾ (Atlantic Bird 4A)

EUROBIRD 9A 11938 H, SR 27500, FEC ¾

Kurd1 dê heta 8ê tebaxê li ser satelîta HotBirdê (13° Rojhilat, 12245 H, SR 27500, FEC ¾) be, lê bi dû re dê weşana xwe li ser NileSat û Eurobirdê bidomîne.

Frekans biguhêre

Eurobird 9

  • Frekans 11.842 H
  • SymbolRate (SR) 27.500
  • FEC 3/4

NILESAT (Atlantic Bird 4A)

  • Frekans 10930 H
  • SymbolRate (SR) 27.500
  • FEC 3/4

Bi vê guhartinê, kanala seranser bi zimanê kurdî dê li başûrê Kurdistanê jî çêtir were temaşekirin.

Girêdanên derve biguhêre

YouTube biguhêre

kurd1 de YouTube