Kurdî-Der yan Komeleya Lêkolîn û Pêşvexistina Zimanê Kurdî di nîsana 2006an de li Amedê serî li walîtiya Amedê hatiye dayin ji bo ku komele bê vekirin. Piştî 4 mehan bersiv hatiye dayin. Hinek xalên rêziknameyê ji aliyê dewletê ve nehate pejirandin. Damezrêner wan xalan jê derxistine. Bi vî awayî komeleyê ava bûye. Piştî 6 mehan, di 25ê tebaxa 2006an de di fermiyetê de rêziknameya Kurdî-Derê hatiye pejirandin. Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zimanê Kurdî ji wê çaxê de xebatên xwe didomîne. Piştî 6 mehan kongreya xwe ya yekemîn çêkiriye. Di 7ê Rêbandana 2007an de kongereya pêk hat. Di kongreyê de 7 kes wekî endamên rêveberiyê yên eslî hatin helbijartin. Di heman kongreyê de Mazhar Aktaş wekî Serokê Giştî yê Komeleyê hatiye diyarkirin.

Niha li navendê di ser 150 kesî re endamên Komeleya hene. Li şaxên din jî; li Wanê di ser 200î ne, li Gewerê jî li dora 100 endamî hene. Li gelek bajaran endamên wan yên xwezayî hene.

Kurdî-Der li ser ferhengên şaxên zanistî, Wek hiqûq, erdnîgarî, felsefe û hyd. dixebite. Di van hêlan de peyv û têgînên ku têne bikaranîn berhev dikin û arşîv dikin ji bo ku di pêş de bêne nirxandin.

Çavkanî biguhêre