Kronos

di mîtolojiya Yewnanî da avakarê wextê

Kronos (bi yewnaniya kevn: Κρόνος, lat. Krónos) Titanek bû li mîtolojiya Yewnanistana kevnare. Li gorî mîtolojiya yewnanî Kronos yek ji Tîtanan û kurê Gaîa û Ûranos bû. Xwişka xwe Rea yê ra zewicî. Bavê Zeus, Hadês, Posîdon, Hêra, Hestîa, Dêmêtêrê bû. Di Mîtolojiya romayî de wek Saturnus hat naskirin. Li gor mîtolojiya yewnanî Kronos wextê afirandiye.

Kronos
Κρόνος
Kronos, xwedawendekî Yewnanistana kevnare
Perestvandînê Yewnanistana kevnare, mîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
Hevjîn
Zarok
XanedanRea Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Saturnus, Satûrn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Pêşbînî ya Mirina Kronosê biguhêre

Bavê Kronosê Ûranos desthilatdarekî zalim bû. Her kes ji wî ditirsiya tenê Kronosê karî hemberê wî de serî rake. Dêya Kronosê ji bo serê rakirina wî gelek kêfxweş bû û planek çêkirin. Gê mengaxek mezin da destê Kronosê û wî di nav xwe de weşart. Çaxê Ûranos ji bo keyfa xwe nêzîkê Gêyê bû, Kronos derket pê mengaxê gunê Ûranosê birî.

Xwîna ji bedena Ûranosê derketî hemû binax bû. Di nav wan de hin cureyên mexlukatên mîtolojîk derketin. Yek ji wan jî Afrodîtêyê bû. [1]

Soxîyê bavê Kronos ji destê Kronosê hatibû kuştin. Kehanet ango pêşbînî ew bû ku qedera Kronosê jî wek bavê xwe be.

Bavê wî Ûranos , xwişk û birayên wê hemû di zikê diya wî Gêyê ve heps kir bû. Kronos bi kuştina Bavê xwe xwişk û birayên xwe azad kir. Xwişka xwe Rea yê ra zewicî.

Zewaca Rea û Kronosê da Hadês, Posîdon, Hêra, Hestîa, Dêmêtêr hate dinê . Lê ji ber ku pêşbînî pêk neyê Kronos wan hemûyan hêj ji dayîkbûna wan da xwar û wan heps kire nav zikê xwe. Heya di Zeusê ra avis bû ew rewş wisa dewam kir.

Rea ducanî ya xwe ya Zeusê ra reviya girava Krîtê û xwe weşart.Li gorî Hêsîodosê ciyê dayikbûna Zeusê Lyktos an jî Çiyayê Dikte an jî Çiyayên Îdayêye.Zeus hate dinê . Rea Kuret(rih)an alîkarî xwest. Kuretên ji bo alîkarîya wê dans kirin , Kronos hişê xwe windakir. Rea ji ber Zeusê kevirekî da Kronos , Kronos vê kevirê carekî da xwar. Rea jî kurê xwe Zeusê da bizina Amaltheiayê. Ew bizin binemalî ya Helîosê hatibû.[2]

 
Rhea kevirê dide Kronosê - Karl Friedrich Schinkel (p.z.19ss.)

Zeus giha çaxên xwe yên mêranî.Textê ji destê bavê xwe stand.Pêşbînî u kehanet di dawiyê da cih hat.Gê xwişk û birayên Zeusê azad kir.Navbera Xwedawend(Zeus û xwişk û birayên wê) û Tîtan (Kronos û xwişk û birayên wê) an de şerekî destpêkir. Navê wî şerê Şerê tîtanan bû.[3]Ji dawiyê da Kronos têk çu.Titan pir mîras hiştin û hatin sirgûn kirin. Dema Zeus û Xwedawendên Olîmpî destpêkir.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Teogonîa - Hêsîodos
  2. ^ Stephen p. Kershaw- mîtolojiya yewnanî /rûpela 49
  3. ^ Stephen p. Kershaw- mîtolojiya yewnanî /rûpela 51